Şaredariya Tuşbayê li Taxa Canîkê Xebatên Rêya Peravê Didomîne 11 Ağustos 2025, 11:40

Şaredariya Tuşbayê, ji bo gihîştina qadên perava yên navçeyê bi hêsanî, xebatên vekirina rêyan û stabîlîzekirinê bê navber didomîne. li Taxa Canîkê di çarçoveya van xebatan de rêyên nû ku ber bi peravê ve diçin hatin vekirin û stabîlîzekirin.
Gerînendehiya Karûbarên Teknîkî ya Şaredariya Tuşbayê, ji bo baştirkirina jiyanê li navçeyê û xurtkirina tora veguhastinê, xebatên rêyan bênavber dimeşîne. Ekîbên Gerînendehiya Karûbarên Teknîkî, bi nêzîkatiyeke xizmeta navwelatî, li Canîkê rêyên nû vekirin da ku çûyîn û hatina deverên peravê hêsantir bibe û xebat pêk anîn.
Xebatên Stabîlîzekirina Rêyên Peravê
Di çarçoveya xebatan de, erdên xerabûyî yên li herêmê hatin sererastkirin û ji bo derbasbûna wesayîtan hate guncavkirin. Bi van xebatan, armanc ew e ku hem çûyîn û hatina peyayan hem jî ya wesayîtan bi awayekî ewletir were dabînkirine.
Şaredariya Tuşbayê, bi taybetî ji bo ku rêyên peravê bo bikaranîna gel guncav bike, xebatên xwe berdewam dike. Bi rakirina astengiyên li pêşiya gihîştina peravan, rêyên peravê yên ewletir û gihîştîtir ji welatiyan re çêdike.
Ji Keyayê Taxê Spasî û Daxwaza Asfaltê
Keyayê Taxa Canîkê Mehmet Emîn Îlerî, dilxwaşiya xwe ji ber xebatan anî ziman û wiha got: “Xizmeta ku şaredariya me li taxa me kir, ji bo gelê me gelekî girîng e. Gihîştina deverên peravê naha dê hêsantir û ewletir bibe. Ji bo van xebatan, ez spasiya Hevşaredarên me,Alîkarê Hevşaredar û Gerînendehiya Karûbarên Teknîkî dikim. Em daxwaz dikin ku rê di demeke kurt de bêne qîrkirin.”
Xebat Bi Awayekî Rêkûpêk Berdewam Dikin
Gerînendehiya Karûbarên Teknîkî diyar kir ku piştî vekirina rêyên ber bi peravan ve li Taxa Canîkê, xebatên stabîlîzekirinê jî bi hevdemî tên meşandin û li çar heqalên navçeyê xebatên vekirina rêyên nû, stabîlîzekirin û temîrkirina asfaltê berdewam in.
Gerînendehiyê got: “Em daxwaz û hewcedariyên gel li ber çavan digirin û xizmeta bi qalîte û domdar digihînin her derê navçeyê. Bi bernameyeke gelekî giran, em xebatên baştirkirina rêyan dimeşînin.”
DIĞER HABERLER
-
Li Baxçeyê Jinan a Bajêr a Xanê Akdogan” Berhema Çinînê a Yekem
14 Ağustos 2025, 12:31 -
Li Perava Gel ya bi Ala Şîn Xebata Çavdêriyê Pêk Hat
13 Ağustos 2025, 15:36 -
Şaredariya Tuşbayê li Taxa Şabaxê Rûxandina Govan Didomîne
13 Ağustos 2025, 11:40 -
Rêyên Ber bi Perava Ayanîsê Tên Vekirin
12 Ağustos 2025, 16:40 -
Serdana ÎHDê a Şaxa Wanê ji bo Şaredariya Tuşbayê
12 Ağustos 2025, 14:10 -
Gerînendeha Karûbarên Teknîkî ya Şaredariya Tuşbayê, Xebat Li Qadê Vekoland
11 Ağustos 2025, 17:03 -
Bi Keya û Welatiyan Re Civîna Çareseriyê ya Hevbeş Ji Şaredariya Tuşbayê
11 Ağustos 2025, 14:32 -
Şaredariya Tuşbayê li Taxa Canîkê Xebatên Rêya Peravê Didomîne
11 Ağustos 2025, 11:40 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Bi Dawî Bûn
08 Ağustos 2025, 13:51 -
Şaredariya Tuşbayê li TOKÎ ya Sixkê û Taxa Akkopriyê Xebata Asfaltê Pêk Anî
08 Ağustos 2025, 13:07