Şaredariya Tuşbayê Ji Bo Jiyaneke Bêasteng Hevgirtinê Mezin Dike 18 Mayıs 2026, 09:08
Şaredariya Tuşbayê, ku xebatên xwe li gor têgihiştina şaredariya civakî berdewam dike, ji bo hemwelatiyên astengdar ên ku hewcedariya wan pê heye kursiyên biteker belav kir.
Gerînendehiya Çand, Huner û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Tuşbayê, di çarçoveya Hefteya Astengdaran de xebatên piştgiriyê yên ji bo welatiyên astengdar yên hewcedar berdewam dike. Xebatkarên gerînendehiyê, çûn malên welatiyan û kursiyên biteker radestî wan kirin.
Şaredariya Tuşbayê, ku xebatên xwe bi têgihiştina şaredariya civakî didomîne, di xebatên qadê yên ku li seranserê navçeyê pêk tîne de welatiyên ku pêdiviyên wan heyî kifş dike û di heman demê de daxwazên ku ji hemwelatiyan tên bi demildest dinirxîne û bi vî aweyî piştgiriyê pêşkêş dike. Di çarçoveya xebatên pêkhatî de ji gelek welatiyên astengdar re piştgiriya kursiya biteker hate dayîn.
'Em Ji Bo Jiyaneke Bêasteng Dixebitin'
Gerînendehiya Çand, Huner û Karûbarên Civakî, got ku ew armanca jiyaneke bêasteng dikin û diyar kir ku xebatên piştgiriyê ji bo hêsankirina jiyana rojane ya kesên astengdar dê berdewam bikin.
Welatiyan jî ji ber piştevaniya pêkhatî spasiya Şaredariya Tuşbayê kirin û destnîşan kirin ku van cure xebat ji bona wan gelek girîng in.
DIĞER HABERLER
-
Bi hatina biharê re ked û xebata jinan jênber bû: heyama hilberîna kolektîf dest pê kir
22 Mayıs 2026, 15:49 -
Hevşaredar Keser xebatên rêyan li qadê bi niştecihên taxê re nirxand
21 Mayıs 2026, 09:51 -
Bi Beşdariya Hevşaredaran Perwerdehiya Waneyên Kurdî
21 Mayıs 2026, 09:05 -
Şaredariya Tuşbayê 47 xwendekar bir gera çewlikê ya hespa
20 Mayıs 2026, 18:12 -
Hewla paqijiyê li seranserê navçeyê û Girava Çarpanaxê
20 Mayıs 2026, 13:06 -
Hevşaredaran plaketa 25 saliyê dan endezyarên nexşeyê
20 Mayıs 2026, 09:54 -
Projeya “Deriyê Meherê” a Şaredariya Tuşbayê ket lîsteya piştgiriyê ya TKByê
18 Mayıs 2026, 09:12 -
Şaredariya Tuşbayê Ji Bo Jiyaneke Bêasteng Hevgirtinê Mezin Dike
18 Mayıs 2026, 09:08 -
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê Zibildank û Kotikên Paşvegerînê Danîn Dibistanan
15 Mayıs 2026, 13:53 -
Xebateke Xurt Li Parqa Selahaddîn Eyyubî
15 Mayıs 2026, 13:21



