Şaredariya Tuşbayê 47 xwendekar bir gera çewlikê ya hespa 20 Mayıs 2026, 18:12
Gerînendehiya Çand, Huner û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Tuşbayê ji bo zarokên ku li taxên gundewarî dijîn geştek bo çewlika hespan li dar xist. Çalakiya ku di çarçoveya xebatên şaredariya civakî hate amadekirinde 47 xwendekar ji Dibistana Seretayî ya Dostlar a Dêrebelekê ya li Taxa Dêrebelekê li gel mamosteyên xwe çûn gera çewlikê a hespan û rojeke xweş derbas kirin.
Di vê çalakiyê de ku armanca wê zêdekirina beşdarbûna zarokên taxên gundewarî di çalakiyên civakî û çandî de bû, kêfxweşiya zarokên ku cara yekem siwarî hespan bûn ji çavên wan dihat xwendin. Di geştê de ku rêveberê dibistanê û mamoste jî beşdar bûn, zarokan hem di nav xwezayê de dem derbas kir hem jî hezkirina sewalan bi awayekî rastîn ceriband.
“Zarokan derfeta siwarbûna hespan dît”
Rêveberê Dibistana Seretayî ya Dostlat ya Dêrebelekê Nurettîn Balkan ku kêfxweşiya xwe ji vê geştê anî ziman, got ku zarokan derfeta civakîbûnê dît û wiha got: “Zarokan derfeta siwarbûna hespan dît û di heman demê de. Her wiha wan olşeyeke cuda jî dît. Em difikirin ku ev ger pir erênî derbas bû. Em spasiya Şaredariya Tuşbayê dikin."
“Ji bo zarokan encam dê erênî bin”
Mamoste Pinar Kaçmaz ku beşdarî çalakiyê bû û li tevlî kelecaniya zarokan jî bû, wiha pê de çû: “Em ji bo çalakiya çewlika hespan a ku Şaredariya Tuşbayê ji bo zarokên me rêxistiye û ji bo ku bi me re bûn spas dikin. Kombûna zarokan bi hespan re ji bo wan dê erênî be. Em difikirin ku ji aliyê civakîbûna wan ve jî çalakiyeke gelek baş e.”
Zarokan jî gotin ku ew gelek kêfxweşbûne ji vê gerê û ji siwarbûna hespan pir xweş bûn. Di dawiya rojê de, zarokên ku bi hespan re wêneyên bîranînê kişandin, bi kêfxweşî vegeriyan malên xwe. Gerînendehiyp diyar kir ku ev cure çalakiyên civakî û çandî ji bo zarokan wê berdewam bikin.
DIĞER HABERLER
-
Bi hatina biharê re ked û xebata jinan jênber bû: heyama hilberîna kolektîf dest pê kir
22 Mayıs 2026, 15:49 -
Hevşaredar Keser xebatên rêyan li qadê bi niştecihên taxê re nirxand
21 Mayıs 2026, 09:51 -
Bi Beşdariya Hevşaredaran Perwerdehiya Waneyên Kurdî
21 Mayıs 2026, 09:05 -
Şaredariya Tuşbayê 47 xwendekar bir gera çewlikê ya hespa
20 Mayıs 2026, 18:12 -
Hewla paqijiyê li seranserê navçeyê û Girava Çarpanaxê
20 Mayıs 2026, 13:06 -
Hevşaredaran plaketa 25 saliyê dan endezyarên nexşeyê
20 Mayıs 2026, 09:54 -
Projeya “Deriyê Meherê” a Şaredariya Tuşbayê ket lîsteya piştgiriyê ya TKByê
18 Mayıs 2026, 09:12 -
Şaredariya Tuşbayê Ji Bo Jiyaneke Bêasteng Hevgirtinê Mezin Dike
18 Mayıs 2026, 09:08 -
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê Zibildank û Kotikên Paşvegerînê Danîn Dibistanan
15 Mayıs 2026, 13:53 -
Xebateke Xurt Li Parqa Selahaddîn Eyyubî
15 Mayıs 2026, 13:21














