Serdana ÎHDê a Şaxa Wanê ji bo Şaredariya Tuşbayê 12 Ağustos 2025, 14:10

Desteya Ekolojî û Zarokan a Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), serdana Şaredariya Tuşbayê kir û bi Hevşaredar Xanim Akkoş û endamên meclisa şaredariyê re hevdîtin pêk anî.
Desteya Ekolojî û Zarokan a ÎHD a Şaxa Wanê, ji bo têkoşîna li dijî tiryakê û avakirina hişmendiya jîngehê serdana Şaredariya Tuşbayê kir. Di hevdîtina ku li avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat de, mijarên têkoşîna hevpar li dijî pirsgirêka tiryakê ya ku li bajêr zêde dibe û bi taybetî pêşxistina hişmendiya hawîrdorê li peravên golê hatin şêwirandin.
Şandeya ku ji Desteya Ekolojî û Zarokan a ÎHDê Ayten Kiran, Zuzan Seven û Faysal Yacan di nav de bûn, bal kişand ser girîngiya hevkariya civaka sivîl û rêveberiyên herêmî di têkoşîna li dijî kêşeya tiryakê de. Ji Şaredariya Tuşbayê jî Cîgira Seroka Meclisê Rabîa Çakir û endamên meclisê Azad Aydin û Nevzat Çîftçî di hevdîtinê de amade bûn.
Girîngiya Têkoşîna li Dijî Tiryakê û Hişmendiya Jîngehê ya Hevpar
Di serdanê de girîngiya gihîştbûna zarokan di jîngeheke ewle, paqij û pak de hate destnîşankirin. Li ser girîngiya perwerdehî, çalakiyên civakî û kampanyayên hişmendiyê di têkoşîna li dijî tiryakê de hate sekinandin, her wiha hate gotin ku divê projeyên ji bo zêdekirina hişmendiya jîngehê li herêmên peravê bêne plankirin.
Hevşaredar Xanim Akkoş diyar kir ku wekî Şaredariya Tuşbayê ew girîngiyeke mezin didin parastina hevsengiya ekolojîk û tenduristiya gel û wiha got: “Parastina bedewiyên xwezayî yên bajarê me, ne tenê ji bo îro ji bo nifşên pêşerojê jî berpirsiyariya me ye. Em hevkariya bi rêxistinên civaka sivîl re ji bona gihîştbûna zarokan di jîngeheke pak de pir hêja dibînin.”
Nûnerên Şaxa ÎHD a Wanê jî anîn ziman ku têkoşîna li dijî tiryakê ne tenê bi qada tenduristiyê ve sînordar e, di heman demê de mijareke civakî, çandî û jîngehî ye. Di têkoşîna li dijî tiryakê de bihêzkirina sazgêriyên piştgiriya civakî, belavkirina çalakiyên werzîşê û hunerî hate nîqaşkirin.
Bi taybetî hate gotin ku di ser paqijiya peravên golê, kêmkirina bermayiyan û teşwîqkirina xûhê jiyana ekolojîk de xebatên hevbeş ên bi şaredariyan re dê bi bandor bin.
Di hevdîtinê de, hem di warê ekolojiyê hem jî di têkoşîna li dijî tiryakê de, li deverên peravan ji bo ciwanan û zarokan; atolye, kampanyayên paqijiyê û çalakiyên çandî bên lidarxistin, li ser xebatên hevpar hate rawestandin.
Di dawiya serdanê de, girîngiya hevkariya rêveberiyên herêmî û rêxistinên civaka sivîl hate destnîşankirin
DIĞER HABERLER
-
Li Baxçeyê Jinan a Bajêr a Xanê Akdogan” Berhema Çinînê a Yekem
14 Ağustos 2025, 12:31 -
Li Perava Gel ya bi Ala Şîn Xebata Çavdêriyê Pêk Hat
13 Ağustos 2025, 15:36 -
Şaredariya Tuşbayê li Taxa Şabaxê Rûxandina Govan Didomîne
13 Ağustos 2025, 11:40 -
Rêyên Ber bi Perava Ayanîsê Tên Vekirin
12 Ağustos 2025, 16:40 -
Serdana ÎHDê a Şaxa Wanê ji bo Şaredariya Tuşbayê
12 Ağustos 2025, 14:10 -
Gerînendeha Karûbarên Teknîkî ya Şaredariya Tuşbayê, Xebat Li Qadê Vekoland
11 Ağustos 2025, 17:03 -
Bi Keya û Welatiyan Re Civîna Çareseriyê ya Hevbeş Ji Şaredariya Tuşbayê
11 Ağustos 2025, 14:32 -
Şaredariya Tuşbayê li Taxa Canîkê Xebatên Rêya Peravê Didomîne
11 Ağustos 2025, 11:40 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Bi Dawî Bûn
08 Ağustos 2025, 13:51 -
Şaredariya Tuşbayê li TOKÎ ya Sixkê û Taxa Akkopriyê Xebata Asfaltê Pêk Anî
08 Ağustos 2025, 13:07