Perwerdehiya 'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî' li Şaredariya Tuşbayê: 'Berpirsiyariya me ya herî mezin rêveberiya zelal û adil e' 08 Haziran 2026, 11:31
Şaredariya Tuşbayê, bi mebesta baştirkirina xizmeta sazûmanî û xurtkirina têgihîştina exlaqê di karûbarên giştî de, ji bo xebatkarên şaredariyê perwerdehiya "'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî di Şaredariyên de" rêkûpêkkir. Perwerdehiya ku li Salona Meclisa Şaredariyê hat lidarxistin, rastî beşdariyeke mezin hat.
Perwerdehiya ku ji aliyê Hevşaredarê Şaredariya Tuşbayê Ûmît Keser ve hat dayîn; di bin sernavên wekî rastdilî, bêalîtî, zelalî, xwerexneyî, dûrketina ji tiştên berjewendî, parastina çavkaniyên giştî û tevgerên exlaqî di têkiliyên gel de, bi pêşkêşiyek înteraktîf hat meşandin.
"Hiqûq rêzikên mecbûrî ne, exlaq jî reftarên rast in"
Hevşaredar Ûmît Keser, ku girîngiya meşandina perwerdehiyê bi awayekî înteraktîf û beşdar nîşan da, di axaftina xwe de bal kişand ser xeta zirav di navbera hiqûq û exlaqê de û got: "Em mezin dibin, em pêşve diçin û di karûbarên giştî de peywir distînin. Ev pêvajo, komeke nirxên exlaqî yên ku kesayetî û xûyê me pêşve dixe û divê em wan bicîh bînin, ger ku nivîskî jî nebin."
Keser, ku bal kişand ser têgîna hiqûqê di karûbarên giştî de, got: "Hiqûq rêzikên ku divê bên meşandin dihewîne, exlaq jî tevgerên ku meşandina wan rast e. Di pozîsyonên ku bi hilbijartinê tên, em dikarin jê re nêzîkatiya mafdar jî bêjin, ji bo bicîhkirina têgîna rêveberiya exlaqî ne hewce ye rêzikên nivîskî hebin. Ew tiştek ku di rêzikên nivîskî de nebe, nayê wê wateyê ku ew neyê kirin. Tevgera exlaqî berpirsiyariya me ya herî mezin e."
"Her çiqas ku nivîskî nebe jî tiştên ku bên kirin hene"
Keser, ku rexneyê li têgihîştina "eger rêzika nivîskî tune be her tişt azad e" ya ku di civakê de di salên dawî de çêbûye kir, bi mînaka dayina xeta 80 kîlometreyî ya peravên Gola Wanê, bal kişand ser şaşiyên di rêbazên mantiqê de.
Keser got: "Xeta peravê ya 80 kîlometreyî ya me heye. Lijneyek derdikeve û rêbazekê danîne ku dibêje 'Li vir ketina avê xeternak û qedexe ye'. Eger hûn mantiqê berevajî bixwînin hûn ê neçar bimînin ku di her kîlometreyekî de bi giştiya wê 80 kîlometre ye vê nivîsê daliqînin. Lê heke hûn jiyanê rast bixwînin, tenê dibêjin 'Li vir dikarin bikevine avê'. Mixabin piştî 2004ê di welêt de ji aliyê doktrinê ve berê guherî, têgihîştina 'eger nenivîsîbe sûcdar î, eger nivîsî be nikari bikî' çêbû. Lê hetta nenivîsî jî tiştên ku hûn nikarin bikin, tiştên derveyî exlaqê hene. Hûn ê vê di nav yekpareya jiyana xwe de binirxînin."
"Diristbûn peymanek li hember jiyanê ye"
Hevşaredar Keser, ku giranî da vê yekê ku şaredarî saziyên zîrek û guherbar in, lê divê helwesta exlaqî ya xebatkaran neliv bimîne, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rêveberiyeke ku li gor hişmendiya we tê, hûn şev û roj dixebitin; rêveberiyeke ku bi ramanên berevajî tê, hûn naxebitin û metel rûdininên. Yê girîng ew e ku, her çiqas rêveberî biguherin jî, divê ji hestên xwe yên exlaqî dûr nekevin. Yê ku girêdayî gel e, bi baweriyeke wijdanî divê bê parastin. Ji ber ku yek kêmasiyek di exlaq û rastdiliyê de, jiyana we ya tevahî bi dawî dike. yekdilî peymanek hundurîn e. Hundurê we û baweriya we tenê bi hev re ne, tu kes li ba we nîne. Rastî, peymana mirov a bi xwe re û li hember jiyanê ye."
Bernameya perwerdehiyê, piştî bersivdana pirsên xebatkaran û guhertina ramanên hevdu, bi dawî bû.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar Keser: ‘Em rêvebirina bi gel re bingeh digirin’
15 Haziran 2026, 12:38 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Bi Dawî Bû
15 Haziran 2026, 09:34 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Dest Pê Kir
15 Haziran 2026, 09:21 -
Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê Hat Ragihandin
11 Haziran 2026, 16:02 -
Du govên ku zirar didan jîngehê li ser daxwaza şêniyên Şemsîbeyê hatin hilweşandin
10 Haziran 2026, 16:09 -
Li Malên Kevnar ên Wanê çêreya derdorê hate dirûtin û qad hat rêkûpêkkirin
10 Haziran 2026, 09:03 -
Li Taxa Altintepe û Qelecixê hilşandina avahiyên kavil û govan qediya
08 Haziran 2026, 16:18 -
Ji Şaredariya Tuşbayê bergiriya teşhîsa zû ji bo nexweşiyên pîşeyî
08 Haziran 2026, 14:29 -
Perwerdehiya 'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî' li Şaredariya Tuşbayê: 'Berpirsiyariya me ya herî mezin rêveberiya zelal û adil e'
08 Haziran 2026, 11:31 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Di Roja Cihanî ya Jîngehê de Berteka "Wêrankirina Hawirnasê": 'Em Rê Nadin Jehrîkirina Gel'
05 Haziran 2026, 15:49






