Paqijkirina Berfireh Ji Hêla Şaredariya Tuşbayê Va: Kolan û Kuçe Tên Şuştin 02 Nisan 2026, 13:21
Bi hatina biharê re, Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê ya Şaredariya Tuşbayê li seranserê navçeyê hewleke paqijkirinê ya berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya hewldanên rakirina herî û zirmixa di zivistanê de kom bûye de, kolan û rêyên navçeyê pêşiyê hatin gêzîkirinê paşê jî bi ava zextkirî hatin şuştin.
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê, di çarçoveya hewlên paqijkirinê de ji bo pêşwazîkirina biharê ji aliyê niştecihên navçeyê ve di hawîrdorek paqijtir û xweştir de, xebatên xwe yên paqijiyê didomîne tax bi tax. Tîm, bi baldarî dixebitin da ku herî û bermahiyên din ên ku di heyama zivistanê de ji ber barana zêde û şert û mercên avhewayê yên nebaş li ser rêyan kom bûne, bi tevahî ji holê radikin.
Ekîb, bi taybetî bi zêdebûna germahiyê re bê ku westa xwe daynin dixebitin da ku pêşî li berhevbûna tozê bigirin. Her wiha kedkar, ne tenê rêyên sereke di heman demê de kolanên navîn jî dezenfekte dikin û dişon.
"Ji bo Tuşbayek Paqijtir"
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê destnîşan kir ku paqijiya biharê dê li gorî bernameya plankirî li seranserê navçeyê berdewam bike û armanca hewildanên paqijkirinê hem pêşîgirtina li qirêjiya dîtbarî ye û hem jî afirandina hawîrdorek paqij e. Hate gotin ku hewldanên şuştin û gêzîkirinê dê bi rêkûpêk ji bo Tuşbayek paqijtir berdewam bikin.
DIĞER HABERLER
-
Li Taxa Seyrantepeyê Drenaj Qediya, Karên Stabilîzeyê Berdewam Dikin
02 Nisan 2026, 16:23 -
Paqijkirina Berfireh Ji Hêla Şaredariya Tuşbayê Va: Kolan û Kuçe Tên Şuştin
02 Nisan 2026, 13:21 -
Li Taxa Seyrantepeyê Xebatên Drenaj û Stabilîzeyê Hatin Pêkanîn
01 Nisan 2026, 17:06 -
Li Taxa Qelecixê Karê Drenaj û Stabilîzeyê
01 Nisan 2026, 16:46 -
Li Tuşbayê Ji Bo Jinan Hewla Çandiniyê
30 Mart 2026, 19:02 -
Li Tuşbayê Kargehên ku Li Gorî Pîvanên Paqijiyê Tevnagerin Hatin Mohrkirin
25 Mart 2026, 14:08 -
Li Parqa 15ê Temmuzê Lênêrîna Periyodîk a Tabloyên Ceyranê
24 Mart 2026, 15:06 -
Li Parqên Seranserê Navçeyê Xebatên Nûkirin û Lêçûnê Berdewam Dikin
24 Mart 2026, 08:13 -
Li Tuşbayê Pîrozkirina Cejnê: Keyayan Serdana Hevşaredaran Kir
23 Mart 2026, 16:49 -
Berî Cejna Remezanê li Tuşbayê Seferberiya Paqijiyê
19 Mart 2026, 13:24












