Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Dest Pê Kir 15 Haziran 2026, 09:21
Festîvala Ked û Xebata Jinan a Hilberî ku di mêvandariya Şaredariya Îpekyoluyê de hat organîzekirin, bi govend û tilîliyan dest pê kir.
Festîvala ku di 12-13-14ê Pûşberê de li Qada Bajêr a Wanê dê bidome, bi beşdariya Hevseroka Parêzgeha Partiya DEMê Gûlşen Kurt, Hevseroka Parêzgeha DBPyê Gonul Uzunay, Parlamenter Gulderen Varli, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Hevşaredara Şaredariya Tuşbayê Xanim Akkoş, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, endamên meclisên şaredariyan û gelek jinan ve hat vekirin.
Mihrîca, bi meşa jinên ku kiras û fistan li xwe kiribûn û bi erbane ji Galeriya Hunerê ber bi Qada Bajêr ve meşiyan dest pê kir. Jin bi zilgit û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” ber bi meydana bajêr ve meşiyan. Li Qada Bajêr jinên kedkar hilberên xwe yên destan pêk anîneji bo gel pêşkêş kirin.
‘Em Xwedî Li Mîrateya Dîrokî ya Jinan Derdikevin’
Di axaftina vekirinê de, Hevşaredara Şaredariya Îpekyolûyê Canan Uzunay got ku ew ji bo berbiçavkirina xebata jinan dixebitin û wiha domand xaftina xwe:
“Em îro li vir in ji bo Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî ya ku bi pêşengiya Şaredariya me ya Îpekyoluyê bi hevkariya 12 şaredariyan û bi piştgirîya hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û hilbijartiyên me, ji demek dirêj ve amadekariyên wê dimeşiyan.
Di pêvajoya sê rojan de ya festîvala me de, deng, reng û keda jinan dê li bajêr were xuyakitin. Her hilberek ku li vir dibînin, bi ked, sebat û hilberandina jinan hatiye afirandin. Werin em xwedî li ked û xebata jinan derkevin; em bi hev re piştgiriya jinan û hêza hilberandina hevpar mezin bikin.”
Şedal: Em ê Hemû Qadên Bajêr Veguherînin Qadên Hilberandina Jinan
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî bal kişand ser girîngiya Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî ji bo jinan û wiha pê de çû:
“Dema ku me şaredarî wergirtin, me gotibû ku em ê şaredariyên xwe bi rêveberiya jinan bi rêve bibin. Lê polîtîkayên qeyûman di destpêkê de sazî û dezgehên jinan girtin.
Em ê hemû qadên jiyanê yên bajêr bi ked û xebata jinan, bi qadên hilberandina jinan ji nû ve ava bikin. Tevî wêrankirina qeyûman jî em ê vî bajatî bi hilberandin, ked û xebata jinan ji nû ve ava bikin.”
Mihrîcan, dê bi atolyeya jineolojiyê û konserta hunermend Zozan Alp bidome.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar Keser: ‘Em rêvebirina bi gel re bingeh digirin’
15 Haziran 2026, 12:38 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Bi Dawî Bû
15 Haziran 2026, 09:34 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Dest Pê Kir
15 Haziran 2026, 09:21 -
Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê Hat Ragihandin
11 Haziran 2026, 16:02 -
Du govên ku zirar didan jîngehê li ser daxwaza şêniyên Şemsîbeyê hatin hilweşandin
10 Haziran 2026, 16:09 -
Li Malên Kevnar ên Wanê çêreya derdorê hate dirûtin û qad hat rêkûpêkkirin
10 Haziran 2026, 09:03 -
Li Taxa Altintepe û Qelecixê hilşandina avahiyên kavil û govan qediya
08 Haziran 2026, 16:18 -
Ji Şaredariya Tuşbayê bergiriya teşhîsa zû ji bo nexweşiyên pîşeyî
08 Haziran 2026, 14:29 -
Perwerdehiya 'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî' li Şaredariya Tuşbayê: 'Berpirsiyariya me ya herî mezin rêveberiya zelal û adil e'
08 Haziran 2026, 11:31 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Di Roja Cihanî ya Jîngehê de Berteka "Wêrankirina Hawirnasê": 'Em Rê Nadin Jehrîkirina Gel'
05 Haziran 2026, 15:49











