Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Bi Dawî Bû 15 Haziran 2026, 09:34
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî, ku di bin mêvandariya Şaredariya Îpekyoluyê de bi hevkariya 12 şaredariyan hat rêkûpêkkirin û sê roj dom kir, bi dawî bû.
Festîvala ku jin li dora ked û hilberên xwe civand, di nav sê rojan de ji aliyê gelê bajêr ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Di çarçoveya mihrîcanê de konser, atolyeyên drama, atolyeyên hilberandinê, atolyeyên jineolojiyê û pêşandanên govendê di serî de gelek çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin. Di roja dawî ya festîvalê de jî Atolyeya Çapa Linolê û Atolyeya Dermankirin û Tibba Alternatîf hatin organîzekirin.
Hat diyarkirin ku hemû dahata ku ji firotina hilberên di festîvalê de hatine pêşkêşkirin bi tevahî a jinên hilberîner in.
Uzunay: “Her ku jin hildiberînin, parve dikin û bi rêxistin bin, jiyan hinde geştir dibe”
Hevşaredar Canan Uzunay, ku axaftina girtinê ya festîvalê kir, bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinan û got:
“Ev şahî careke din nîşan da ku her ku ked û xebata jinan xuya dibe, hevgirtin mezin dibe û hilberandina hevpar xurt dibe, jiyan komunal dibe. Her ku jin hildiberînin, parve bikin û bi rêxistin bibin, jiyan zêdetir geş dibe. Em ê berdewam bikin ku ked û xebata jinan mezin bikin, hevgirtinê xurt bikin û hilberandina hevpar pêş bixin.”
Piştre, Aktîvîsta TJAyê Dîlan Yildiz jî bi bal kişand ser ked, kar û hevgirtina jinan, diyar kir ku têkoşîna jinan di hemû qadên jiyanê de her ku diçe mezintir dibe.
Festîval, bi konsera Performansa Jinên Wanê û govendên jinan bi dawî bû. Ev festîval bi piştgiriya GABBê ve hat lidarxistin.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar Keser: ‘Em rêvebirina bi gel re bingeh digirin’
15 Haziran 2026, 12:38 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Bi Dawî Bû
15 Haziran 2026, 09:34 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Dest Pê Kir
15 Haziran 2026, 09:21 -
Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê Hat Ragihandin
11 Haziran 2026, 16:02 -
Du govên ku zirar didan jîngehê li ser daxwaza şêniyên Şemsîbeyê hatin hilweşandin
10 Haziran 2026, 16:09 -
Li Malên Kevnar ên Wanê çêreya derdorê hate dirûtin û qad hat rêkûpêkkirin
10 Haziran 2026, 09:03 -
Li Taxa Altintepe û Qelecixê hilşandina avahiyên kavil û govan qediya
08 Haziran 2026, 16:18 -
Ji Şaredariya Tuşbayê bergiriya teşhîsa zû ji bo nexweşiyên pîşeyî
08 Haziran 2026, 14:29 -
Perwerdehiya 'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî' li Şaredariya Tuşbayê: 'Berpirsiyariya me ya herî mezin rêveberiya zelal û adil e'
08 Haziran 2026, 11:31 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Di Roja Cihanî ya Jîngehê de Berteka "Wêrankirina Hawirnasê": 'Em Rê Nadin Jehrîkirina Gel'
05 Haziran 2026, 15:49


















