Li Wanê Helebestvan Ahmet Tellî hate bibîranîn 28 Temmuz 2026, 14:58
Helbestvan Ahmet Tellî, ku di rojên borî de jiyana xwe ji dest da, bi çalakiyekê li Wanê hat bibîranîn. Di bibîranînê de beşdaran helbestên Tellî xwendin.
Şaredariyên Tuşba û Îpekyoluyê bernameyeke bibîranîna Ahmet Tellî li dar xistin. Bername, li Malên Kevnar ên Wanê yên li Taxa Qelecixê pêk hat. Di bernameyê de Hevserokê bajêr yê Partiya DEMê Veysî Dîlekçî, Hevserokên Desteya Bajêr Sevgî Ozdînç û Fîkret Dogan, Hevşaredarên Şaredariya Tuşbayê Xanê Akkoş û Ûmît Keser, Hevşaredarê Şaredariya Artemêtê Cemîl Komî, Hevşaredar û rêveberiyên navçeyên DEM Partî û DBP yên Tuşba û Îpekyoluyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Komîsyona Çandê ya Şaredariya Tuşba û Îpekyoluyê, endamên meclisê yên şaredariyan û gelek welatî beşdar bûn.
Beşdaran helbestên wî xwendin
Di bernameya bibîranînê de pêşî rojnamevan Oktay Candemîr, ku di heman demê de pêşkêşvanê bernameyê bû, axaftinek li ser jiyan û berhemên Ahmet Tellî kir. Piştre sinevîzyonek hate nîşandan ku tê de dengê Ahmet Tellî yê ku helbestên xwe dixwîne û dîmenên wî cih digirtin. Piştî sinevîzyonê beşdaran helbestên Ahmet Tellî û helbestên şairên din xwendin.
‘Helbestvanê ku di cêrgeyên xwe de hêvî û aşîtiyê mezin dike’
Di dawiya bernameyê de Hevşaredara Şaredariya Tuşbayê Xanê Akkoş axaftinek kir. Akkoş diyar kir ku ew ji bo bîranîna Ahmet Tellî, yê ku bi helbestên xwe di bîra civakî de şopên girîng hiştiye, hatine ba hev û got: “Ahmet Tellî helbestvanek e ku di risteyên xwe de hêvî, berxwedan, evînê û aşîtiyê mezin dike. Helbestên wî ne tenê ji bo wêjeyê ye di heman demê de ji bo nirxên hevpar ên mirovatiyê jî ne. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo tevlîbûnê spasiya we hemûyan dikim.”
Akkoş, piştî axaftina xwe her wiha helbestek ji Ahmet Tellî xwend.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar çûn li ser xebatên rê yên li Taxa Axçûtê
05 Ağustos 2026, 14:33 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Berdewam Dikin
05 Ağustos 2026, 13:56 -
Mafê Jinan, Piştgiriya Civakî û Aborî Hate Nîqaşkirin di Meclisa Şaredariya Tuşbayê de
04 Ağustos 2026, 11:36 -
Bibîranîna Komkujiya Şingalê Li Meclisa Şaredariya Tuşbayê: Em Şingalê Ji Bîr Nakin!
03 Ağustos 2026, 13:16 -
Ji Bo Xebatkarên Şaredariyê Nîşandana Fîlmê
31 Temmuz 2026, 13:26 -
Li Wanê Helebestvan Ahmet Tellî hate bibîranîn
28 Temmuz 2026, 14:58 -
Li taxan rê têne nûkirin: Li Taxa Axçûtê xebatên kevirên parke dest pê kirin
28 Temmuz 2026, 14:39 -
Li Perava Mollaqasimê Ronahiya bi Enerjiya Rojê û 20 Holikên Nû
27 Temmuz 2026, 12:36 -
Li Tuşbayê Jin ji Kundirê Avê Abajûran Çêdikin
24 Temmuz 2026, 09:25 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Qontrola Qada Giştî li Qeraxên Avê
24 Temmuz 2026, 09:17










