Li Tuşbayê Jin ji Kundirê Avê Abajûran Çêdikin 24 Temmuz 2026, 09:25
Şaredariya Tuşbayê xebatên xwe yên ku beşdariya jinan a di warê hilberînê de zêde dike didomîne. Di vê çarçoveyê de, qursa çêkirina abajûrên xemilandî yên ji kundirê avê tên çêkirin dide û qurs rastî eleqeyeke mezin ya jinan tê.
Şaredariya Tuşbayê ku bi nêrîna şaredariya civakî ya taybet li ser jinan xebatên xwe bi rêve dibe, piştî atolyeyên dirûtinê, epoksiyê û filografiyê yên ku berê vekiribû vê carê jî qursa çêkirina abajûrên xemilandî yên ji kundirê avê bi jinan re anî cem hev.
Di qursa ku di bin banê Gerînendehiya Çand, Huner û Karûbarên Civakî de tê lidarxistin de, jin ji aliyekê ve hunereke destan a nû fêr dibin, ji aliyê din ve jî tên li ba hev hilberîna hevpar û yekîtiyê dijîn.
Di perwerdehiyên ku bi materyalên ku ji aliyê şaredariyê ve bi awayekî bêpere têne peyda kirin de, beşdarvan piştî ku kundirên avê yên xwezayî bi baldarî paqij dikin û hundirê wan diperçiqînin, bi nexş û motîfên cuda wan dixemilînin û bi vê yekê abajûrên ji hev cuda amade dikin.
'Keda me xuya dibe'
Fatma Kaya ya ku yek ji kursiyeran e bextewariya xwe a li hrmber atolyeyê parve kir, Kayayê diyar kir ku bi saya qurdê keda destan xuya dibe û wiha got: "Fêrbûna tiştekî nû û kirina wê bi jinan re bi rastî pir bi qîmet e. Bi awayekî cuda bikaranîna kundirê avê û dîsa şeklandina gelek xweş e.”
Kaya ku çêkirina abajûran rave kir wiha pê de çû: "Em kundiran paqij dikin, hundirê wan derdixînin, paşê dineqişînin û bi boyaxkirinê berhemên bi tevahî bi keda xwe ya taybet derdixîne holê. Ez spasiya Şaredariya Tuşbayê dikim ku ev derfet da me û hemû amûr bêpere peyda kir û qîmet da keda jinan."
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar çûn li ser xebatên rê yên li Taxa Axçûtê
05 Ağustos 2026, 14:33 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Berdewam Dikin
05 Ağustos 2026, 13:56 -
Mafê Jinan, Piştgiriya Civakî û Aborî Hate Nîqaşkirin di Meclisa Şaredariya Tuşbayê de
04 Ağustos 2026, 11:36 -
Bibîranîna Komkujiya Şingalê Li Meclisa Şaredariya Tuşbayê: Em Şingalê Ji Bîr Nakin!
03 Ağustos 2026, 13:16 -
Ji Bo Xebatkarên Şaredariyê Nîşandana Fîlmê
31 Temmuz 2026, 13:26 -
Li Wanê Helebestvan Ahmet Tellî hate bibîranîn
28 Temmuz 2026, 14:58 -
Li taxan rê têne nûkirin: Li Taxa Axçûtê xebatên kevirên parke dest pê kirin
28 Temmuz 2026, 14:39 -
Li Perava Mollaqasimê Ronahiya bi Enerjiya Rojê û 20 Holikên Nû
27 Temmuz 2026, 12:36 -
Li Tuşbayê Jin ji Kundirê Avê Abajûran Çêdikin
24 Temmuz 2026, 09:25 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Qontrola Qada Giştî li Qeraxên Avê
24 Temmuz 2026, 09:17






