Li Tuşbayê Heyama "Ala Spî" Dest Pê Dike 09 Mart 2026, 11:31
Şaredariya Tuşbayê, ji bo parastina tenduristiya esnaf û zêdekirina ewlekariya qidayê sepandina "Ala Spî" bicih tîne.
Tîmên Gerînendehiya Zabiteyê ya Şaredariya Tuşbayê, bi serdana kargehên ku berpirsyariyên qanûnî yên xwe bicih tînin, 'Destûra Vekirina Kargehê ya Xebat û Xebitandinê' radestî xwediyên kargehan kirin.Tîmên Zabiteyê, ne tenê destûrên wan radest kirin di serdanê de der barê sepandina "Ala Spî" de jî agahdarî dan.
Teşwîq Ji Bo Sepandina "Ala Spî"
Li Tuşbayê kargehên ku baldarî li paqijî û rêkûpêkiyê nîşan didin, rêzê li mafên bazirganan digirin û li gorî rêziknameyê tev digerin dê mafê wergirtina "Ala Spî" bistînin. Bi sepandinê tê armanckirin ku li hemû pêvajoyan ji hilberînê bigire heta firotinê qalîte û zelalî bê teşwîqkirin.
Berpirsên Şaredariya Tuşbayê, giranî dan ser wê ku sepandina "Ala Spî" ji xelatekê zêdetir sembolek ku kargehên ji bo hemwelatiyan xizmeta ewle pêşkêş dikin nîşan dide ye. Bi vî awayî hemwelatî dikarin bi dilekî rehet ji kargehên ku "Ala Spî" li deriyê wan heye tiştan bikirin.
Ev sepandina Şaredariya Tuşbayê, hem armanc dike ku keda esnafan diyar bike û hem jî qalîteya xizmetê ya li navçeyê baştir bike. Berpirsên şaredariyê her wiha, bang ji kargehên xwarinê kirin ku beşdarî vê projeyê bibin ji bo ku gel ji xizmeta tendurist û pêbawer sûd werbigire.
DIĞER HABERLER
-
Li Tuşbayê Kargehên ku Li Gorî Pîvanên Paqijiyê Tevnagerin Hatin Mohrkirin
25 Mart 2026, 14:08 -
Li Parqa 15ê Temmuzê Lênêrîna Periyodîk a Tabloyên Ceyranê
24 Mart 2026, 15:06 -
Li Parqên Seranserê Navçeyê Xebatên Nûkirin û Lêçûnê Berdewam Dikin
24 Mart 2026, 08:13 -
Li Tuşbayê Pîrozkirina Cejnê: Keyayan Serdana Hevşaredaran Kir
23 Mart 2026, 16:49 -
Berî Cejna Remezanê li Tuşbayê Seferberiya Paqijiyê
19 Mart 2026, 13:24 -
Şaredariya Tuşbayê Beriya Cejna Remezanê Venêrîna Xwarinan Kir
19 Mart 2026, 12:33 -
Di Navbera Şahgeldî û Norevanisê De Xebata Rê
18 Mart 2026, 14:55 -
Li Tuşbayê Amûrên Li Parqan Têne Nûkirin
13 Mart 2026, 12:37 -
Hevşaredaran Serdana Nexweşan Kirin
10 Mart 2026, 21:31 -
Li Tuşbayê Heyama "Ala Spî" Dest Pê Dike
09 Mart 2026, 11:31



