Li Tuşbayê Amûrên Li Parqan Têne Nûkirin 13 Mart 2026, 12:37
Şaredariya Tuşbayê, ji bo ku qadên bêhnvedanê bona niştecihên navçeyê baştir bike amûrên li parqan diguherîne.
Tîmên Gerînendehiya Parq û Baxçeyan a Şaredariya Tuşbayê, xebatên nûkirinê yên ku li parkan dest pê kirine didomîne. Di çarçoveya xebatên nûkirina amûran de li Parqa Hemdullah Uçkan nîştikên daran yên kevin hatin rakirin û li cihê wan nîştikên saca galvanîzekirî yên nû yên ku li hemberî mercên hewayê xurt in hatin bicihkirin.
Amûrên Nû Dirêjtir û Bikêrtir in
Gerînendehiya Parq û Baxçeyan, diyar kir ku nîştikên sac yên ku li şûna yên bi dar ku bi demê re kevin bûne û hewcedariya lêçûnê hene, hatin bicihanîn bi vî awayî hem temenê bikaranînê dirêj dibe hem jî paqijkirina wan hêsantir e. Bi taybetî ev komên rûniştinê yên nû yên ku li hemberî mercên hewaya dijwar ên Wanê xurttir in, derdora parqê jî guherand.
Gerînendehiyê destnîşan kir ku ji bo ku hemû parqên navçeyê xwediyê rengeke nûjentir bin xebat dê bênavber bidomin. Pêvajoya guherînê ya ku bi Parqa Hemdullah Uçkan dest pê kir, dê li hemû herêmên civakî yên li giştiya navçeyê û li deverên seyrangeh û bêhnvedanê ên li Perava Mollaqasimê jî werin sepandin.
Di encama van xebatan de; komên rûniştinê yên kevin û şikestî dê bêne nûkirin, lêçûna temîrê dê kêm bibe û çavkaniyên gel dê bêne parastin. Her wiha bi vê xebatê ve hemwelatî wê di parqan de demên xweştir derbas bikin.
DIĞER HABERLER
-
Li Tuşbayê Kargehên ku Li Gorî Pîvanên Paqijiyê Tevnagerin Hatin Mohrkirin
25 Mart 2026, 14:08 -
Li Parqa 15ê Temmuzê Lênêrîna Periyodîk a Tabloyên Ceyranê
24 Mart 2026, 15:06 -
Li Parqên Seranserê Navçeyê Xebatên Nûkirin û Lêçûnê Berdewam Dikin
24 Mart 2026, 08:13 -
Li Tuşbayê Pîrozkirina Cejnê: Keyayan Serdana Hevşaredaran Kir
23 Mart 2026, 16:49 -
Berî Cejna Remezanê li Tuşbayê Seferberiya Paqijiyê
19 Mart 2026, 13:24 -
Şaredariya Tuşbayê Beriya Cejna Remezanê Venêrîna Xwarinan Kir
19 Mart 2026, 12:33 -
Di Navbera Şahgeldî û Norevanisê De Xebata Rê
18 Mart 2026, 14:55 -
Li Tuşbayê Amûrên Li Parqan Têne Nûkirin
13 Mart 2026, 12:37 -
Hevşaredaran Serdana Nexweşan Kirin
10 Mart 2026, 21:31 -
Li Tuşbayê Heyama "Ala Spî" Dest Pê Dike
09 Mart 2026, 11:31





