Li Tuşbayê Kargehên ku Li Gorî Pîvanên Paqijiyê Tevnagerin Hatin Mohrkirin 25 Mart 2026, 14:08
Gerînendehiya Zabiteyan a Şaredariya Tuşbayê, xebatên xwe yên çavdêriyê ku li ser xwarin û paqijiyê ji bona parastina tenduristiya gel dimeşîne, bê navber didomîne. Di qontrolên ku bi taybetî li ser kargehên hilberîna xwarinên bingehîn tên kirin de, mercên hîjyenê û standartên hilberînê tên vekolînkirin.
Di çarçoveya qontrolên dawî yên Gerînendehiya Zabiteyan de, di firineke nan de kêmasiyên li dijî rêzikên paqijiyê û standartên hilberînê hatin kifşkirin. Di encama lêkolînan de hat diyarkirin ku paqijiya qadên hilberînê, guncavbûna amûrên tên bikaranîn û mercên giştî yên xebatê ne li gorî mewzûatê ne. Li ser van neyêniyên ku hatin diyarkirin, ji bo kargeha têkildar cezayê pereyan hat birîn û kargeh hat mohrkirin.
“Armanc Afirandina Mercên Hilberînê Yên Ewletir û Tendurist e”
Tîmên zabiteyan piştî lêkolînê hişyarî dan xwediyê kargehê û ragihandin ku divê mercên fîzîkî û qadên hilberînê yên nanpêjê bi lezgînî li gorî standartên paqijiyê werin amadekirin. Rayedarê kargehê jî diyar kir ku ji bo çareserkirina kêmasiyan dê di demeke kurt de pêvajoyeke berfireh a nûkirin û baştirkirinê bidin destpêkirin.
Peywirdarên şaredariyê destnîşan kirin ku vekolîn ne tenê bi cezayan sînordar in; di heman demê de ew rêberiyê didin kargehan da ku mercên hilberînê yên tenduristtir û ewletir pêk werin.
Rayedarên Şaredariya Tuşbayê dan zanîn ku gihîştina welatiyan a xwarinên tendurist û ewle ji bo wan pêşîniyek e û diyar kirin ku çavrekirin li seranserê navçeyê dê berdewam bikin.
DIĞER HABERLER
-
Li Tuşbayê Kargehên ku Li Gorî Pîvanên Paqijiyê Tevnagerin Hatin Mohrkirin
25 Mart 2026, 14:08 -
Li Parqa 15ê Temmuzê Lênêrîna Periyodîk a Tabloyên Ceyranê
24 Mart 2026, 15:06 -
Li Parqên Seranserê Navçeyê Xebatên Nûkirin û Lêçûnê Berdewam Dikin
24 Mart 2026, 08:13 -
Li Tuşbayê Pîrozkirina Cejnê: Keyayan Serdana Hevşaredaran Kir
23 Mart 2026, 16:49 -
Berî Cejna Remezanê li Tuşbayê Seferberiya Paqijiyê
19 Mart 2026, 13:24 -
Şaredariya Tuşbayê Beriya Cejna Remezanê Venêrîna Xwarinan Kir
19 Mart 2026, 12:33 -
Di Navbera Şahgeldî û Norevanisê De Xebata Rê
18 Mart 2026, 14:55 -
Li Tuşbayê Amûrên Li Parqan Têne Nûkirin
13 Mart 2026, 12:37 -
Hevşaredaran Serdana Nexweşan Kirin
10 Mart 2026, 21:31 -
Li Tuşbayê Heyama "Ala Spî" Dest Pê Dike
09 Mart 2026, 11:31





