Li Taxa Altintepe û Qelecixê hilşandina avahiyên kavil û govan qediya 08 Haziran 2026, 16:18
Li Kolana bi navê Tren Yolu ya li Taxa Altintepe û li Kolana Seher ya li Taxa Qalecixê avahiyên xopan û gov, bi hevkariya xebatkarên Gerînendehiya Karûbarên Giştî û Gerînendehiya Zabiteyê ve hatin hilweşandin û pişt re dever hatin paqijkirin.
Di çarçoveya xebatên ku bi hevahengiya Gerînendehiya Karûbarên Giştî û Gerînendehiya Zabiteyê ya Şaredariya Tuşbayê tên meşandin de, li her du taxan jî avahiyên dêris û tewleyên ku demeke dirêj nedihatin bikaranîn û bûbûn mijara gilî û gazincên hemwelatiyan, bi awayekî ewle hatin rûxandin. Piştî tepkirinê, xwelî, bermayî û kavilên derketî jî ji deveran hatin rakirin û gildixîna qadan ji holê rabû.
Bi van xebatan re, li her du taxan jî qirêjiya dîtbarî û metirsiyên ewlehiyê bi piranî hatin çareserkirin.
Berpirsiyarên Şaredariya Tuşbayê diyar kirin ku qontrol û çavdêriya li ser gom û avahiyên kelefe dê bidome, her weha daxwaz û pêşniyarên ji aliyê welatiyan ve tên jî dê bên nirxandin.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar Keser: ‘Em rêvebirina bi gel re bingeh digirin’
15 Haziran 2026, 12:38 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Bi Dawî Bû
15 Haziran 2026, 09:34 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Dest Pê Kir
15 Haziran 2026, 09:21 -
Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê Hat Ragihandin
11 Haziran 2026, 16:02 -
Du govên ku zirar didan jîngehê li ser daxwaza şêniyên Şemsîbeyê hatin hilweşandin
10 Haziran 2026, 16:09 -
Li Malên Kevnar ên Wanê çêreya derdorê hate dirûtin û qad hat rêkûpêkkirin
10 Haziran 2026, 09:03 -
Li Taxa Altintepe û Qelecixê hilşandina avahiyên kavil û govan qediya
08 Haziran 2026, 16:18 -
Ji Şaredariya Tuşbayê bergiriya teşhîsa zû ji bo nexweşiyên pîşeyî
08 Haziran 2026, 14:29 -
Perwerdehiya 'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî' li Şaredariya Tuşbayê: 'Berpirsiyariya me ya herî mezin rêveberiya zelal û adil e'
08 Haziran 2026, 11:31 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Di Roja Cihanî ya Jîngehê de Berteka "Wêrankirina Hawirnasê": 'Em Rê Nadin Jehrîkirina Gel'
05 Haziran 2026, 15:49












