Li Perava Gel ya bi Ala Şîn Xebata Çavdêriyê Pêk Hat 13 Ağustos 2025, 15:36

Şaredariya Tuşbayê li Taxa Mollaqasimê li Perava Gel ya bi Ala Şîn xebatên lênihêrîn û temîrê pêk anî.
Gerînendehiya Parq û Baxçeyan a Şaredariya Tuşbayê, ji bo ku di demsala havînê de welatî bi ewlehî û rihetî bi dilê xwe kêfa golê bikin, li Perava Gel ya bi Ala Şîn xebat pêk ve bir û karûbarên lênihêrîn û rêkûpêkkirinê meşand.
Xebatên ku ji destpêka demsalê ve ji aliyê Gerînendehiya Parq û Baxçeyan ve li peravê têne kirin, berdewam dikin. Di dawiyê de, tora parastinê ya li perava jinan, ku ji ber bayê xirab bûbû, bi giştî hate nûkirin.
Ala şîn, wekî xelatek jîngehê ya bi prestîj tê zanîn ku li qadên navneteweyî ji bo peravên ku avên deryayê yên paqij, rêveberiya jîngehê, ewlehî û kelûmelên guncav peyda dikin, tê dayîn. Perava gel a girêdayî Şaredariya Tuşbayê, van pîvanan dihewîne û ji bo serdêrên xwecihî û biyanî xizmeteke peravê ya paqij û ewle pêşkêş dike.
Gerînendehiyê diyar kir ku ji bo parastina rêkûpêkbûn, paqijî û ewlehiya peravê, di seranserê demsalê de karên lênihêrîn û temîrê wê bidomin. Armanca wan ew e ku her sal Perava Gel ya Ala Şîn di şert û mercên baştir de amade bikin û gengaziya geştûguzarî ya Gola Wanê zêde bikin.
DIĞER HABERLER
-
Li Baxçeyê Jinan a Bajêr a Xanê Akdogan” Berhema Çinînê a Yekem
14 Ağustos 2025, 12:31 -
Li Perava Gel ya bi Ala Şîn Xebata Çavdêriyê Pêk Hat
13 Ağustos 2025, 15:36 -
Şaredariya Tuşbayê li Taxa Şabaxê Rûxandina Govan Didomîne
13 Ağustos 2025, 11:40 -
Rêyên Ber bi Perava Ayanîsê Tên Vekirin
12 Ağustos 2025, 16:40 -
Serdana ÎHDê a Şaxa Wanê ji bo Şaredariya Tuşbayê
12 Ağustos 2025, 14:10 -
Gerînendeha Karûbarên Teknîkî ya Şaredariya Tuşbayê, Xebat Li Qadê Vekoland
11 Ağustos 2025, 17:03 -
Bi Keya û Welatiyan Re Civîna Çareseriyê ya Hevbeş Ji Şaredariya Tuşbayê
11 Ağustos 2025, 14:32 -
Şaredariya Tuşbayê li Taxa Canîkê Xebatên Rêya Peravê Didomîne
11 Ağustos 2025, 11:40 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Bi Dawî Bûn
08 Ağustos 2025, 13:51 -
Şaredariya Tuşbayê li TOKÎ ya Sixkê û Taxa Akkopriyê Xebata Asfaltê Pêk Anî
08 Ağustos 2025, 13:07