Li Malên Kevnar ên Wanê çêreya derdorê hate dirûtin û qad hat rêkûpêkkirin 10 Haziran 2026, 09:03
Xebatkarên Gerînendehiya Parq û Baxçeyan ên Şaredariya Tuşbayê li hewş û baxçeyên navxweyî yên Malên Kevnar ên Wanê, ku yek ji mîrateyên girîng ên çandî û avahîsazî yên bajêr e, xebateke berfireh a lênihêrîn û rêxistina derdorê pêk anîn.
Bi hatina demsala havînê û zêdebûna hejmara mêvanan, tîmên Gerînendehiya Parq û Baxçeyan li Malên Kevnar ên Wanê çîm dirûtin, giyayên xirab paqij kirin û li qadên hêşînayî karên lênihêrîna giştî pêk ve birin. Her wiha, wan çavdêriya daran û nebatên xemilandinê jî kirin û li rêyên meşê û cihên rûniştinê xebata paqijkirinê meşandin.
Di çarçoveya van xebatan de, çîmenên baxçeyên navxweyî yên li pêşiya avahiyên kevnar bi baldarî hatin birîn û giyayên ku dibûn sedema dîmenên xirab hatin jêkirin. Eîbên Gerînendehiya Parq û Baxçeyan dema ku lênihêrîna giştî ya qadên kesk dikirin, qontrola tenduristiya daran û nebatên di hewşê de jî yek bi yek pêk anîn. Rêyên meşê, erdên kevirîn û cihên rûniştinê yên ku mêvan rasterast bikar tînin jî bi paqijkirineke berfireh hatin rêkûpêkkirin.
Malên Kevnar ên Wanê li benda mêvanan e
Malên Kevnar ên Wanê, ku di bîra bajarê Wanê û tevna wê ya dîrokî de cihê taybet heye, bi rêxistinên navxweyî yên nû ve xwedî dîmenekî estetîktir û bikêrhatîtir bûye. Van destwerdanan atmosfer û rihê wê yê dîrokî û otantîk ber bi pêş ve anîn û ji bo mêvanan jî qada geştê ya paktir pêşkêş kir.
Gerînendehiyê diyar kir ku karên lênihêrînê li parq, baxçe û qadên rekreasyonê yên li seranserê bajêr li gorî bernameya diyarkirî berdewam dikin. Her wiha hat gotin ku ji bo parastin, pêşxistin û veguheztina mîrateya dîrokî û qadên hêşînayî ên Tuşbayê bi awayê herî baş bo nifşên pêşerojê, ev xebat dê di heyama havînê de bênavber bidomin.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar Keser: ‘Em rêvebirina bi gel re bingeh digirin’
15 Haziran 2026, 12:38 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Bi Dawî Bû
15 Haziran 2026, 09:34 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Dest Pê Kir
15 Haziran 2026, 09:21 -
Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê Hat Ragihandin
11 Haziran 2026, 16:02 -
Du govên ku zirar didan jîngehê li ser daxwaza şêniyên Şemsîbeyê hatin hilweşandin
10 Haziran 2026, 16:09 -
Li Malên Kevnar ên Wanê çêreya derdorê hate dirûtin û qad hat rêkûpêkkirin
10 Haziran 2026, 09:03 -
Li Taxa Altintepe û Qelecixê hilşandina avahiyên kavil û govan qediya
08 Haziran 2026, 16:18 -
Ji Şaredariya Tuşbayê bergiriya teşhîsa zû ji bo nexweşiyên pîşeyî
08 Haziran 2026, 14:29 -
Perwerdehiya 'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî' li Şaredariya Tuşbayê: 'Berpirsiyariya me ya herî mezin rêveberiya zelal û adil e'
08 Haziran 2026, 11:31 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Di Roja Cihanî ya Jîngehê de Berteka "Wêrankirina Hawirnasê": 'Em Rê Nadin Jehrîkirina Gel'
05 Haziran 2026, 15:49






