Ji Şaredariya Tuşbayê Qontrola Qada Giştî li Qeraxên Avê 24 Temmuz 2026, 09:17
Şaredariya Tuşbayê, di nav sînorên navçeyê de li perava avê bi mebesta parastina qeraxan û misogerkirina mafê bikaranîna hevpar a gel, dest bi xebatên qontrolê kir.
Gerînendehiya Zabiteyan ya Şaredariya Tuşbayê, li perava avê a ku bi qasî 110 kîlometreyan di nav sînorên navçeyê de ye, bi mebesta parastina qeraxan, jiyana ekolojîk û misogerkirina mafê bikaranîna hevbeş a gel, dest bi xebatên çavrekirinê yên berfireh kir.
Di qonaxa yekem a çavdêriyan de, tîmên ku çûn li Perava Ayanis û Ozyurtê geriyan, diyar kirin ku derav nabin ku werin veguherandin ji bo qadên bikaranîna taybet ji aliyê kes ango dezgehan ve.
Çardax û pergolayan hildişînin
Tîmên zabitieyê yên ku li ser bingeha Qanûna Qeraxê ya hejmara 3621an tevdigerin, dest bi xebatê kirin da ku kox, kon û pergolayên ku pêşiya perava avê girtibûn hilşînin. Koxikên ku ji aliyê kesên xeta perava avê binpêkirine ve hatine çêkirin û ew qad veguherandine milkê xwe yê şexsî û dezgehên ku wan wek kirine deriyê qezencê hatin rûxandin. Li dijî dezgeh û kesên ku perav dagirkirine jî pêvajoya hiqûqî hate pêkanîn û ceza hate sepandin bo wan.
Berpirsiyarên Şaredariya Tuşbayê balkişandin ser wê yekê ku qerax deverên jiyana hevpar in, tekez kirin ku qadên gel nayên veqetandin ji bo bikaranîna kesane an bazirganî û gotin ew rê nadin ku gihîştina welatiyan a bo peravan were astengkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku parastina qadên giştî yek ji prensîbên bingehîn ên nêrîna rêveberiya xwecihî ye û hate ragihandin ku qontrol dê di seranserê salê de berdewam bikin da ku derav wek nirxa hevpar a hemû hemwelatiyan bête parastin.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar çûn li ser xebatên rê yên li Taxa Axçûtê
05 Ağustos 2026, 14:33 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Berdewam Dikin
05 Ağustos 2026, 13:56 -
Mafê Jinan, Piştgiriya Civakî û Aborî Hate Nîqaşkirin di Meclisa Şaredariya Tuşbayê de
04 Ağustos 2026, 11:36 -
Bibîranîna Komkujiya Şingalê Li Meclisa Şaredariya Tuşbayê: Em Şingalê Ji Bîr Nakin!
03 Ağustos 2026, 13:16 -
Ji Bo Xebatkarên Şaredariyê Nîşandana Fîlmê
31 Temmuz 2026, 13:26 -
Li Wanê Helebestvan Ahmet Tellî hate bibîranîn
28 Temmuz 2026, 14:58 -
Li taxan rê têne nûkirin: Li Taxa Axçûtê xebatên kevirên parke dest pê kirin
28 Temmuz 2026, 14:39 -
Li Perava Mollaqasimê Ronahiya bi Enerjiya Rojê û 20 Holikên Nû
27 Temmuz 2026, 12:36 -
Li Tuşbayê Jin ji Kundirê Avê Abajûran Çêdikin
24 Temmuz 2026, 09:25 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Qontrola Qada Giştî li Qeraxên Avê
24 Temmuz 2026, 09:17







