Ji Şaredariya Tuşbayê bergiriya teşhîsa zû ji bo nexweşiyên pîşeyî 08 Haziran 2026, 14:29
Şaredariya Tuşbayê, di çarçoveya Qanûna Hejmare a 6331an de, ji bo karkerên şaredariyê vekolînek tenduristiyê ya berfireh da destpêkirin. Bi tetkîkên ku bi Wesayita Gerok a ISGê ya li ber avahiya xizmetê hatiye bicihkirin û di Salona Çarpanakxê de hatine danîn, tê armanckirin ku nexweşiyên pîşeyî zû werin kifşkirin û ji bona xebatan rewşeke ewledar were dabînkirin.
Wesayita Gerok a Tenduristî û Ewlekariya Kar (İSG) ya ku li ber Avahiya Xizmetê a şaredariyê hatibû bicihkirin, ji karkeran re xizmeta tenduristiyê li cih de pêşkêş kir. Di vekolînên ku ji aliyê tîmên pisporî ve hatin kirin de, Grafa Pişikê (PA) ya karkeran hat kişandin û pîvanên Odyometriyê (testa bihîstinê) hatin kirin.
Salona Çarpanaxê bû laboratuvar
Lingekî din ê vekolînan di Salona Çarpanaxê ya hundurê avahiyê de hat pêk anîn. Di xebatên ku di bin hevahengiya Yekîneya Tenduristî û Ewlekariya Kar ya Şaredariya Tuşbayê de, ji aliyê personelê tenduristiyê yê pispor ê DAL OGSBê ve hatin meşandin de, tetkîqên berfireh li ser xebatkaran hatin kirin.
Di qadên ku di hundurê salonê de hatibûn damezrandin de, lênihêrîna çav, Testa Fonksiyona Bêhnê (SFT) û tetkîqa hemogramê (Hejmartina Xwînê) hatin kirin.
Armanc: Pêşîgirtina qezayên kar û teşhîsa zû ye
Yekîneya Tenduristî û Ewlekariya Kar, bi vê pratîka berfireh de destîşan kir ku armanca wan ew e ku rewşa tenduristiyê ya karkeran bi rêkûpêk were şopandin, nexweşiyên pîşeyî zû werin teşhîskirin û qadeke ewle a xebatan were peydakirin. Tê mebestkirin ku vekolîn bi awayekî ku hemû karkerên di bin banê şaredariyê de kar dikin bigire, were qedandin.
Rêvebir û berpirsiyarên Şaredariya Tuşbayê jî diyar kirin ku mezintirîn pêşengtiya wan tenduristiya karkeran e û gotin: "Em xebatên xwe yên ji bo parastina tenduristiya karkeran û bilindkirina mercên xebatê ên ewledar ên di asta herî bilind de berdewam dikin. Ji bo ku karker di nava şert û mercên baş de şol bikin, çalakî û pêwendiyên me yên bi ISGê re wê her tim bidomin."
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar Keser: ‘Em rêvebirina bi gel re bingeh digirin’
15 Haziran 2026, 12:38 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Bi Dawî Bû
15 Haziran 2026, 09:34 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Dest Pê Kir
15 Haziran 2026, 09:21 -
Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê Hat Ragihandin
11 Haziran 2026, 16:02 -
Du govên ku zirar didan jîngehê li ser daxwaza şêniyên Şemsîbeyê hatin hilweşandin
10 Haziran 2026, 16:09 -
Li Malên Kevnar ên Wanê çêreya derdorê hate dirûtin û qad hat rêkûpêkkirin
10 Haziran 2026, 09:03 -
Li Taxa Altintepe û Qelecixê hilşandina avahiyên kavil û govan qediya
08 Haziran 2026, 16:18 -
Ji Şaredariya Tuşbayê bergiriya teşhîsa zû ji bo nexweşiyên pîşeyî
08 Haziran 2026, 14:29 -
Perwerdehiya 'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî' li Şaredariya Tuşbayê: 'Berpirsiyariya me ya herî mezin rêveberiya zelal û adil e'
08 Haziran 2026, 11:31 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Di Roja Cihanî ya Jîngehê de Berteka "Wêrankirina Hawirnasê": 'Em Rê Nadin Jehrîkirina Gel'
05 Haziran 2026, 15:49






