Hevşaredar çûn li ser xebatên rê yên li Taxa Axçûtê 05 Ağustos 2026, 14:33
Hevşaredaran xebatên kevirên parkê yên kilîtkirî yên ku li Taxa Axçûtê berdewam dikindi cih de lêkolîn kirin. Şandeya ku kolanên Taxa Axçûtê geriyan, li ser xebatan agahî wergirtin û bi keyayê taxê û welatiyan re hevdîtin pêk anîn.
Xebatên kevirên parkê yên kilîtkirî yên ku Şaredariya Tuşbayê berê li taxa Kendaovayê dest pê kiribû û xilas kiribû, niha li Taxa Axçûtê jî dest pê kirin. Ji bo lêkolîna xebatan li cihê xwe, Hevserokrên navçeyê yên Partiya DEMê yên Tuşbayê Hacer Orhan û Refîk Çîdal, Hevşaredarê Şaredariya Tuşbayê Ûmît Keser, rêveberiya navçeyê û endamên meclisê serdana Taxa Axçûtê kirin.
Gelê taxê ji xebatan kêfxweş e
Yek ji niştecihên taxê Şemsettîn Turkmen, ji şaredariyê re ji ber xebatan spas kir û got: “Rêyên me gelek xweş bûne. Li gorî rewşa berê rêyên me pir baş bûne. Berê hem toz hem jî herî li ser rêyan çêdibû. Ev xebat em dilxweş kirin. Şaredarî ya me ye, em dizanin ku dikarin daxwaz û pêşniyarên xwe bigihînin. Em dizanin ku dê pirsgirêkên me çareser bikin. Keda wan sax be.”
Mixtarê taxê Xalis Eryîgît jî diyar kir ku bi taybetî di demsala zivistanê de pirsgirêkên mezin dijîtin û got: “Di zivistanê de hem berf, hem baran û hem jî ba zêde ye li devera me. Rê dibûn herî hatin û çûyînên me pir zehmet dibûn. Cîran nikaribûn biçûna mala cînaran. Lê niha bi danîna kevirên parkê li ser rêyên me, pirsgirêka me çareser bû. Em spasiya şaredariya xwe dikin. Şaredariya me xizmetên baş dike. Em hêvî dikin ku xizmet dê zêdetir bibin.”
Keser: Em ê li gel derfetên kêm pirsgirêkên rê yên li taxên gundewarî çareser bikin
Hevşaredar Ûmît Keser diyar kir ku xebat zû pêşve diçin û wiha pê de çû: “Em bi hevserokên navçeyê, hevalên endamên meclisê û keyayê xwe re xebatan dişopînin. Piştî Kendalyê me li vê taxa xwe jî xebatên kevirên parkê yên kilîtkirî da destpêkirin. Li gorî ku em dişopînin, xebat pir baş pêşve diçin.”
Keser got ku bi xebatên kevirên parkê yên kilîtkirî yên ku îsal dest pê kirine, armanca wan e ku pirsgirêkên gel bi piranî çareser bikin û got: “Tevî derfetên sînorkirî, em li taxên ku dikarin bi gişkî biqedînin xebatên xwe zûtir meşînin. Li Tuşbayê pêdivî bi 950 hezar mêtroçargoşe danîna kevirên parkê yên kilîtkirî heye, lê îsal em dikarin xebateke 60 hezar mêtroçargoşe pêk bînin. Em ê di gel kêmasî û derfetên bi zehmet li hemû taxên çolterî xebatan xilas bikin.”
Keser, her wiha got ku dema ji gel re xizmetê dikin gelek dilxweş dibin û wiha got: “Ji armancên ku me îsal dane pêşiya xwe de yek jî qîrkirina rêyên li taxên navendî ne. Em ê îsal li taxên navendî xebateke xurt bimeşînin. Me xebat di cih de dîtin û dê di demeke nêzîk de biqedin. Em plan dikin ku di nav demsalê de zûtirîn bigihîjin encamê.”
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar çûn li ser xebatên rê yên li Taxa Axçûtê
05 Ağustos 2026, 14:33 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Berdewam Dikin
05 Ağustos 2026, 13:56 -
Mafê Jinan, Piştgiriya Civakî û Aborî Hate Nîqaşkirin di Meclisa Şaredariya Tuşbayê de
04 Ağustos 2026, 11:36 -
Bibîranîna Komkujiya Şingalê Li Meclisa Şaredariya Tuşbayê: Em Şingalê Ji Bîr Nakin!
03 Ağustos 2026, 13:16 -
Ji Bo Xebatkarên Şaredariyê Nîşandana Fîlmê
31 Temmuz 2026, 13:26 -
Li Wanê Helebestvan Ahmet Tellî hate bibîranîn
28 Temmuz 2026, 14:58 -
Li taxan rê têne nûkirin: Li Taxa Axçûtê xebatên kevirên parke dest pê kirin
28 Temmuz 2026, 14:39 -
Li Perava Mollaqasimê Ronahiya bi Enerjiya Rojê û 20 Holikên Nû
27 Temmuz 2026, 12:36 -
Li Tuşbayê Jin ji Kundirê Avê Abajûran Çêdikin
24 Temmuz 2026, 09:25 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Qontrola Qada Giştî li Qeraxên Avê
24 Temmuz 2026, 09:17







