Hevşaredar Keser xebatên rêyan li qadê bi niştecihên taxê re nirxand 21 Mayıs 2026, 09:51
Hevşaredarê Şaredariya Tuşbayê Ûmît Keser, li Taxa Abdurrahman Gaziyê yek bi yek deriyên welatiyan xist li ser qadên ku berê kiryarên terkê li wan hatibûn kirin, guh da pêşniyarên niştecihên taxê.
Hevşaredarê Şaredariya Tuşbayê Ûmît Keser, bi tîma teknîkî û keyayê taxê re li kolanên Taxa Abdurrahman Gaziyê bû. Keser, ku xebatên vekirina rê û firehkirinê yên li Kolanên wek; Kullar, Gelîncîk û Gurbetê yên hatine plankirin li cihê wan nirxand, tekez kir ku proje ne li ser maseyê lê bi axaftina bi niştecihên taxê re li kolanan dikare were şikildayîn.
Hevşaredar Keser, piştgirî da ku xebat bi tevahî bi razîbûn û fikrê hevbeş ê niştecihan bêne meşandin, her wiha diyar kir ku di navenda têgihiştina şaredariyê de jiyaneke bi hevreyî heye.
'Armanca me avakirina şaredariyeke civakî ye'
Keser, girîngiya kêrhatina civakî binxêz kir û got: "Derdê me yê yekane ev e ku şaredariyeke komunal û civakî ava bikin. Dema em tiştekî ji bo civakê dikin, em nikarin civakê ji vê prosesê dûr bixin. Ji van rêyên ku dê werin vekirin an firehkirin, tevahiya taxê dê sûd werbigire. Bajarvaniyeke plansazkirî û rast, ji me hemûyan re wek nefesekî ye. Lê em, dema xizmetê hildiberînin, heke em vê bi rihê bi hevreyî û hevgirtinê bikin wateya wê heye. Bi hev re civîn û biryarên hevbeş girtin, dema ku em tiştekî ava dikin bi hev re kedê bidin ev yek wê demê beşeke herî xwezayî ya jiyana komunal e. Eger biryarên hatine standin bi fikirên gelê xwe ve werin girtin xurt dibin û digihîjin tevahiya civakê, wê demê em dikarin qala şaredariyeke rastîn a gelparêz bikin."
'Pirsên di hişê me de kêm bûn'
Niştecihên taxê gotin ku dema xebat yekem car hat rojevê gelek pirs di hişê me de hebûn, ji ber vê yekê em ji nêzîkatiya şaredariyê razî ne. Şêniyên taxê, diyar kirin ku gera hevşaredar û tîma wî a derî bi derî û guhdarîkirina wan pir girîng e, kêfxweşiya xwe anîn ziman di vî warî de û wiha pê de çûn: "Em di destpêkê de xemgîn bûn lê pirsîna fikrê me, beşdarkirina me di pêvajoyê de pirsên di serê me de kêm kir û helwesta şaredariyê gelek di cih de ye. "
Li gor biryarên hevbeş ên hatine standin, tê plankirin ku xebatên firehkirina rêyan ên li Taxa Abdurrahman Gaziyê di rojên pêş de wê beş bi beş dest pê bikin.
DIĞER HABERLER
-
Bi hatina biharê re ked û xebata jinan jênber bû: heyama hilberîna kolektîf dest pê kir
22 Mayıs 2026, 15:49 -
Hevşaredar Keser xebatên rêyan li qadê bi niştecihên taxê re nirxand
21 Mayıs 2026, 09:51 -
Bi Beşdariya Hevşaredaran Perwerdehiya Waneyên Kurdî
21 Mayıs 2026, 09:05 -
Şaredariya Tuşbayê 47 xwendekar bir gera çewlikê ya hespa
20 Mayıs 2026, 18:12 -
Hewla paqijiyê li seranserê navçeyê û Girava Çarpanaxê
20 Mayıs 2026, 13:06 -
Hevşaredaran plaketa 25 saliyê dan endezyarên nexşeyê
20 Mayıs 2026, 09:54 -
Projeya “Deriyê Meherê” a Şaredariya Tuşbayê ket lîsteya piştgiriyê ya TKByê
18 Mayıs 2026, 09:12 -
Şaredariya Tuşbayê Ji Bo Jiyaneke Bêasteng Hevgirtinê Mezin Dike
18 Mayıs 2026, 09:08 -
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê Zibildank û Kotikên Paşvegerînê Danîn Dibistanan
15 Mayıs 2026, 13:53 -
Xebateke Xurt Li Parqa Selahaddîn Eyyubî
15 Mayıs 2026, 13:21











