Hevşaredar Keser: ‘Em rêvebirina bi gel re bingeh digirin’ 15 Haziran 2026, 12:38
Hevşaredarê Şaredariya Tuşbayê Ûmît Keser bi Gerînendehê Karûbarên Giştî û tîma teknîkî re li Taxa Şemsîbeyê bi welatiyan re civiyan û pirsgirêkên xazê xwezayî û binesaziyê di cih de nirxandin. Şandeya ku daxwazên niştecihên taxê guhdarî kir, rêyên çareseriyê bi hev re nîqaş kirin.
Şaredariya Tuşbayê bi têgihiştina şaredariya beşdardar ku di nav taxan de rasterast bi welatiyan re dicive, pirsgirêkan di cihê wan de destnîşan dike û pêvajoyên çareseriyê bi gel re dimeşîne, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, Hevşaredarê Şaredariya Tuşbayê Ûmît Keser, li gorî têgihiştina şaredariya beşdardar, bi Gerînendehê Karûbarên Giştî û ligel ekîba teknîkî serdana Taxa Şemsîbeyê Şemsibeyê kir.
Keser, ku bi niştecihên taxê re civiya, li kolanên ku kêşeyên xazê xwezayî, qanalîzasyon û binesaziyê lê hene lêkolîn kir û daxwazên welatiyan guhdarî kir. Heyeta ku li kolanên ku daxwaza xazê siruştî ya gelê taxê heye geriya, bi welatiyan re raman guhart û pirsgirêkan li qadê de nirxand. Tîma teknîkî jî di dema lêkolînan de kifşên xwe yên derbarê rewşa heyî de kir. Şêniyên taxê daxwaza xwe anîn ziman ku xizmetên xazê xwezayî û binesaziyê bigihîjin hemû kolanên taxê.
Keser: ‘Em prensîba beşdariyê bingeh digirin’
Piştî lêkolînan, Hevşaredar Keser axivî û got ku rêveberiyên xwecihî divê bi gel re tevbigerin. Keser got: “Ya girîng ew e ku em pirsgirêkên ku gelê me dijî li qadê guhdarî bikin û çareseriyê bi hev re ava bikin. Ji ber vê yekê em serdana taxên xwe dikin û bi gelê xwe re dicivin. Piştî hefteyekê em ê dîsa civînê bikin û xebatên xwe yên li ser vê mijarê bidomînin. Gava pêvajoya plankirinê xilas bibe, em ê wekî şaredarî berpirsiyariyên xwe cih bînin. Her wiha em ê xirabûna rêyan ku piştî kolandinên xazê xwezayî çêbibin bi lez sererast bikin.”
Keyayê Taxê Çelîk: Daxwazên taxa me di cih de hatin guhdarîkirin
Keyayê Taxa Şemsîbeyê Nacî Çelîk jî qqala gotûbêjên ku li ser pirsgirêkên plansazî û binesaziyê hatine meşandin kir û got: “Hevşaredarê me hat taxa me û kêmasî bi çavê xwe dît. Di pêvajoyên têkildarî plansaziyê de piştgirî da me. Di civînên ku me bi Şaredariya Bajarê Mezin re kirin de hate gotin ku di rojên pêş de dê nivîsên fermî werin şandin. Hêviya me ew e ku tu heta ku kolaneke li taxa me bê xaza xwezayî û bê qanalîzasyon nemîne. Em ji bo bi pêreketin û piştgiriya ku da taxa me, spasiyên xwe pêşkêş dikin.”
Serdana welatiyekî jî hate kirin
Piştî lêkolînên taxê, Hevşaredar Keser serdana welatiya ku dixwest wî bibîne, ya bi navê Hediye Borçli kir di mala wê de. Borçli pirsgirêkên ku di warê xazê xwezayî de dijîn anîn ziman û daxwaza çareseriyê kir. Keser, daxwaza wê guhdarî kir, got ku hewildanên têkildarî mijarê didomin û ji bo ku kêşe di demeke nêz de were çareserkirin gavên pêwîst dê werin avêtin.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar Keser: ‘Em rêvebirina bi gel re bingeh digirin’
15 Haziran 2026, 12:38 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Bi Dawî Bû
15 Haziran 2026, 09:34 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Dest Pê Kir
15 Haziran 2026, 09:21 -
Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê Hat Ragihandin
11 Haziran 2026, 16:02 -
Du govên ku zirar didan jîngehê li ser daxwaza şêniyên Şemsîbeyê hatin hilweşandin
10 Haziran 2026, 16:09 -
Li Malên Kevnar ên Wanê çêreya derdorê hate dirûtin û qad hat rêkûpêkkirin
10 Haziran 2026, 09:03 -
Li Taxa Altintepe û Qelecixê hilşandina avahiyên kavil û govan qediya
08 Haziran 2026, 16:18 -
Ji Şaredariya Tuşbayê bergiriya teşhîsa zû ji bo nexweşiyên pîşeyî
08 Haziran 2026, 14:29 -
Perwerdehiya 'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî' li Şaredariya Tuşbayê: 'Berpirsiyariya me ya herî mezin rêveberiya zelal û adil e'
08 Haziran 2026, 11:31 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Di Roja Cihanî ya Jîngehê de Berteka "Wêrankirina Hawirnasê": 'Em Rê Nadin Jehrîkirina Gel'
05 Haziran 2026, 15:49









