Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê Hat Ragihandin 11 Haziran 2026, 16:02
Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê, ku bi pêşengiya Şaredariya Tuşbayê û hevkariya Kurdîwar û Yew-Kurd di navbera 18-21ê Pêşberê de tê lidarxistin, bi daxutaniya çapemeniyê ya ku li hewşa avahiya xizmetguzarî a şaredariyê ji bo raya giştî hat ragihandin.
Di ragihandinê de Nûnera Meclisa Giştî ya Partiyê DEMê ya Wanê Gulderen Varli, Hevswroka Parêzgehê a Partiya DEMê ya Wanê Gulşen Kurt, Hevswrokên Parêzgehê yên DBPê ên Wanê Gonul Uzunay û Cemal Demîr, Hevşaredarên Şaredariya Tuşbayê Hanim û Ûmît Keser, rêveberên navçeyê yên Partiya DEM û DBPê û endamên meclisa şaredariyê beşdar bûn.
Texta Kurdî yê ragihandinê ji aliyê Endamê Lijneya Rêvebir a Komeleya Nivîskar û Edîban Faysal Yacan û a Tirkî jî ji hêla Endama Meclisa Şaredariya Tuşbayê Nazmiye Acar ve hat xwendin.
Di ragihandinê de hate xêzkirin ku yek ji keviyên bingehîn ên têgihiştina rêveberiya herêmî ne tenê hilberandina xizmetên fizîkî ye, di heman demê de ew e ku çanda bajêr, zimên û bîra civakî were parastin û ji bo pêşerojê were hilanîn. Di vê çarçoveyê de hat gotin ku civînek çandî ya berfireh, ku kêmasiya wê ji mêj ve tê hîskirin, dê were pêkanîn û Rojên Wêje û Pirtûkan ên Şaredariya Tuşbayê yên di navbera 18-21ê Pûşberê de tê lidarxistin bi fermî hat ragihandin.
'Wan dê bibe xala hevdîtina wêje û hunerê'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yek ji armancên herî girîng ên çalakiyê zêdekirina xuyabûna Kurdî di qada giştî û çanda nivîskî de ye û hate destnîşankirin ku weşanxaneyên ku piraniya wan bi Kurdî weşanan dikin dê di çalakiyê de cih bigirin. Ligel vê, li gorî avahiya pirçand û pirzimanî ya bajêr, hat gotin ku weşanxaneyên ku bi Tirkî weşan dikin jî dê beşdar bibin.
Di ragihandinê de hat belêkirin ku organîzasyonê ku tê de nêzîkî 40 weşanxane beşdar dibe, dê li pêşiya Avahiya Xizmetguzariyê a Şaredariya Tuşbayê were lidarxistin û di çar rojan de rojên îmzeyê, panêl, sohbet û çalakiyên çandî yên cihêreng dê werin sazkirin. Di heman demê de hate xêzkirin ku di dema çalakiyê de tê armanckirin ku Wan bibe yek ji xalên hevdîtina wêje û hunerê.
Di dawiya çalakiya ragihandinê de, berî her tiştî jin û ciwan û hemî welatî, rewşenbîr, hunermend, rêxistinên civaka sivîl û dînamîkên bajêr ji bo Rojên Wêje û Pirtûkan hatin vexwendin. Di ragihandinê de ku tê de hate balkêşandin ku pêşketina çandî û têkoşîna parastina zimanê zikmakî dikare bi xebata hevbeş were xurtkirin, girîngiya civîna gel li derdora pirtûk û wêjeyê de hate xêzkirin.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar Keser: ‘Em rêvebirina bi gel re bingeh digirin’
15 Haziran 2026, 12:38 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Bi Dawî Bû
15 Haziran 2026, 09:34 -
Mihrîcana Ked û Xebata Jinan a Hilberî Dest Pê Kir
15 Haziran 2026, 09:21 -
Daxuyaniya Rojên Wêje û Pirtûkan yên Şaredariya Tuşbayê Hat Ragihandin
11 Haziran 2026, 16:02 -
Du govên ku zirar didan jîngehê li ser daxwaza şêniyên Şemsîbeyê hatin hilweşandin
10 Haziran 2026, 16:09 -
Li Malên Kevnar ên Wanê çêreya derdorê hate dirûtin û qad hat rêkûpêkkirin
10 Haziran 2026, 09:03 -
Li Taxa Altintepe û Qelecixê hilşandina avahiyên kavil û govan qediya
08 Haziran 2026, 16:18 -
Ji Şaredariya Tuşbayê bergiriya teşhîsa zû ji bo nexweşiyên pîşeyî
08 Haziran 2026, 14:29 -
Perwerdehiya 'Rêgezên Tevgerî ên Exlaqî' li Şaredariya Tuşbayê: 'Berpirsiyariya me ya herî mezin rêveberiya zelal û adil e'
08 Haziran 2026, 11:31 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Di Roja Cihanî ya Jîngehê de Berteka "Wêrankirina Hawirnasê": 'Em Rê Nadin Jehrîkirina Gel'
05 Haziran 2026, 15:49





