Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Berdewam Dikin 05 Ağustos 2026, 13:56
Civîna sêyemîn a Civînên Asayî yên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê, di serokatiya Cîgira Serokê Meclisê Aycan Altin de pêk hat.
Di civînê de raportên komîsyonan hatin nîqaşkirin û pêşniyar jî hatin rojevê
Yek ji sernavên sereke yên civînê raporta xebatê ya ku ji aliyê Komîsyona Şaredariya Pirzimanî ve hatibû amadekirin bû. Di raporê de, di çarçoveya têgihiştina rêveberiya herêmî ya demokratîk, beşdarî û gel-navendî de, xebatên xurtkirina pirzimaniyê di xizmetên şaedariyê de hatin nîqaşkirin.
Komîsyonê nirxandinên xwe yên derbarê belavkirina pergalên agahdarkirin û rêberiyê yên pirzimanî di xizmetên şaredariyê de, zêdekirina naverokên pirzimanî li malpera şaredariyê, platformên dîjîtal, hesabên medyaya civakî û materyalên çapkirî, pêşxistina mekanîzmayên şêwirmendiyê yên pirzimanî li yekîneyên xizmetê yên ku pêdivî pê heye û pêkanîna sepanên ku gihiştina agahiyê bi zimanê dayikê ji bo welatiyan hêsantir bike, bi meclisê re parve kir. Di raportê de her wiha armanca ku bi zanîngeh, saziyên ziman û rêxistinên civaka sivîl re xebatên hevpar bên meşandin, modelên rêveberiya herêmî yên pirzimanî yên cihanê bên lêkolînkirin û sepanên guncaw ên ji bo Tuşbayê bên pêşxistin jî hate teqezkirin.
Xalên rojevê bi yekdengî hatin pejirandin
Di civînê de her wiha raportên Meha Tîrmehê yên ku ji aliyê Komîsyona Astengdaran ve li ser xebatên zêdekirina beşdarbûna jinên astengdar di jiyana civakî de, ji aliyê Komîsyona Pêvgirêdayîyê ve li ser polîtîkayên civakî yên parastin û pêşîlêgirtinê û çalakiyên hişyarkirinê yên li ser bingeha taxê û ji aliyê Komîsyona Xizmetên Civakî û Têkiliyên Gel ve li ser xebatên qadê û çalakiyên piştgiriya civakî yên ji bo malbatên hewcedar ve hatibûn amadekirin, pêşkêşî meclisê hatin kirin.
Di civînê de pêşniyara guhertina Rêziknameya Xebatê ya Gerînendehiya Xizmetên Çandinî jî hate rojeva meclisê. Her wiha, pêşniyara ku ji aliyê Gerînendehiya Karûbarên Giştî ve di çarçoveya rêzikên qanûnî yên derbarê xebatên binyada xazê de hatibû amadekirin û xalên rojevê yên ku ji aliyê Gerînendehiya Avayî û Bajarvaniyê ve li ser nirxandina bervêdana li ser plana avahîkirinê ya sepanê ya 1/1000 a revîzyonê ya nêzî 136 hektar de hatibûn amadekirin jî pêşkêşî nêrîna endamên meclisê hatin kirin.
Piştî xwendina raportên komîsyonan, pêşniyarên ku ji aliyê endamên meclisê ve hatibûn dayîn bi yekdengî hatin pejirandin.
Meclis, dê sibehê saet di 09.00an de bi danişîna çaremîn berdewam bike.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar çûn li ser xebatên rê yên li Taxa Axçûtê
05 Ağustos 2026, 14:33 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Berdewam Dikin
05 Ağustos 2026, 13:56 -
Mafê Jinan, Piştgiriya Civakî û Aborî Hate Nîqaşkirin di Meclisa Şaredariya Tuşbayê de
04 Ağustos 2026, 11:36 -
Bibîranîna Komkujiya Şingalê Li Meclisa Şaredariya Tuşbayê: Em Şingalê Ji Bîr Nakin!
03 Ağustos 2026, 13:16 -
Ji Bo Xebatkarên Şaredariyê Nîşandana Fîlmê
31 Temmuz 2026, 13:26 -
Li Wanê Helebestvan Ahmet Tellî hate bibîranîn
28 Temmuz 2026, 14:58 -
Li taxan rê têne nûkirin: Li Taxa Axçûtê xebatên kevirên parke dest pê kirin
28 Temmuz 2026, 14:39 -
Li Perava Mollaqasimê Ronahiya bi Enerjiya Rojê û 20 Holikên Nû
27 Temmuz 2026, 12:36 -
Li Tuşbayê Jin ji Kundirê Avê Abajûran Çêdikin
24 Temmuz 2026, 09:25 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Qontrola Qada Giştî li Qeraxên Avê
24 Temmuz 2026, 09:17



