Bibîranîna Komkujiya Şingalê Li Meclisa Şaredariya Tuşbayê: Em Şingalê Ji Bîr Nakin! 03 Ağustos 2026, 13:16
Civînên Asayî yên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê dest pê kirin. Di civîna yekemîn de ku serokatiya wê Hevşaredar Ûmît Keser kir, ji ber salvegera Komkujiya Şingalê axaftina bibîranînê hate kirin.
Hevşaredar Ûmît Keser diyar kir ku komkujiya li Şingalê di bîran de cihê xwe digire û piştî 12 salan jî êş hîn nû ne. Keser got ku di dema ku DAIŞê li Rojhilata Navîn wêraniyeke mezin çêkiribû, Êzidiyên bêparastin rastî êrîşên giran hatin. Wî anî ziman ku bi sedan jin, zarok û kal hatin kuştin, bi hezaran kes hatin revandin û bi deh hezaran mirov neçar man koç kirin.
Keser, bi bîr xist ku gelê Êzidî di dîrokê de rastî gelek fermanan hatiye û got ku ya dawî jî yek ji girantirîn qirqirinan bû. Wî got ku piştî Şingala ku hate şewitandin, wêrankirin û talankirin, Êzidiyên ku li deverên cuda yên cihanê belav bûne, ji bo ku êşên bi vî rengî dubare nebin û vegerin axa xwe ya pîroz têdikoşin.
‘Niha Dema Demokratîkbûn û Aşitiyê ye’
Keser, di heman demê de qala Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk jî kir û got ku ev pêvajo ji bo jiyana hevpar a gelan girîngiyeke mezin digire. Wî got: “Niha dema demokratîkbûnê ye, niha dema aşitiyê ye. Bi vê boneyê em careke din bobaleta ku 12 sal berê li Şingalê qewimî şermezar dikin. Em Şingalê ji bîr nakin. Em hêvî dikin ku gavên ku di pêvajoya pêş de bên avêtin, dê beşdarî xurtkirina aşitiyê bibin û meha Tebaxê ji bo hemû gelan bibe wesîleya pêşveçûnên hêvîdar.”
Xalên Rojane bi Yekdengî Hatin Pejirandin
Piştî axaftinê, nîqaşa xalên rojane dest pê kir. Di meclisê de, pêşniyara çalakkirina klûba werzîşê ya şaredariyê û piştgiriya çalakiyên sporê jî tê de, hemû xalên ku hatin nîqaşkirin bi yekdengî hatin pejirandin.
Meclisa Şaredariya Tuşbayê dê xebatên xwe bi civîna duyemîn a ku sibehê saet di 09.00an de pêk were berdewam bike.
DIĞER HABERLER
-
Hevşaredar çûn li ser xebatên rê yên li Taxa Axçûtê
05 Ağustos 2026, 14:33 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Berdewam Dikin
05 Ağustos 2026, 13:56 -
Mafê Jinan, Piştgiriya Civakî û Aborî Hate Nîqaşkirin di Meclisa Şaredariya Tuşbayê de
04 Ağustos 2026, 11:36 -
Bibîranîna Komkujiya Şingalê Li Meclisa Şaredariya Tuşbayê: Em Şingalê Ji Bîr Nakin!
03 Ağustos 2026, 13:16 -
Ji Bo Xebatkarên Şaredariyê Nîşandana Fîlmê
31 Temmuz 2026, 13:26 -
Li Wanê Helebestvan Ahmet Tellî hate bibîranîn
28 Temmuz 2026, 14:58 -
Li taxan rê têne nûkirin: Li Taxa Axçûtê xebatên kevirên parke dest pê kirin
28 Temmuz 2026, 14:39 -
Li Perava Mollaqasimê Ronahiya bi Enerjiya Rojê û 20 Holikên Nû
27 Temmuz 2026, 12:36 -
Li Tuşbayê Jin ji Kundirê Avê Abajûran Çêdikin
24 Temmuz 2026, 09:25 -
Ji Şaredariya Tuşbayê Qontrola Qada Giştî li Qeraxên Avê
24 Temmuz 2026, 09:17




