Bi hatina biharê re ked û xebata jinan jênber bû: heyama hilberîna kolektîf dest pê kir 22 Mayıs 2026, 15:49
Li Tuşbayê, bereketa axê li gel ked û xebata jinan û bi hevgirtin û jiyana hevpar tê avakirin. Bi hatina biharê re hilberînê dîsa dest pê kir. Bostanê Jinan a Bajêr a Xanê Akdogan, ku di bin banê Gerînendehiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Tuşbayê de hate avakirin îro bû cihê hevgirtinê.
Projeya bostanê jinan, ku sala borî li Taxa Altintepeyê yekem tovên wê hatin avêtin û bi ked û xebata jinan şîn bû, vê salê bi çandina yekemîn şitlan heyama xwe ya nû dest pê kir.
Di danê sibehê jinên ku li qada bostanê civiyan, sohbetên wan ên bi kêfxweşî bi dengê çapan re tevlihev bûn. Hevşaredara Şaredariya Tuşbayê Xanim Akkoş, endamên meclisa jinan, xebatkarên şaredariyê û jinên ku li Taxa Altıintepeyê dijîn jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di qada bostan de jinan bi hev re gelek tovên wekî bacanê sor, bîber, bacanê reş û xiyar danîn. Dema ku avê jiyanê hate berdan li ser axê, kenên li ser rûyên jinan, rihê bi hevreyî ê hilberîn û hevgirtinê şênber bû.
‘Em tenê şitlan naçînin, em hêviyê jî mezin dikin’
Di dema çandinê de, Hevbervka Meclisê Serap Guvenç got ku ev proje tenê xebateke çandiniyê nîne. Guvenç got: “Em îro li vir, bi perspektîfeke ku hevgirtina jinan û awayê jiyana komunal esas digire, careke din çandina bostanê jinan pêk tînin. Em hemû jinên taxa xwe vedixwînin ku xwedî li bostan û şitlên me derkevin hevgirtin, hevparî û parvekirinê mezin bikin.”
Guvenç diyar kir ku dema dest û xebata jinan bi bereketa axê re tê cem hev, hilberîneke gelek mezintir derdikeve holê û got: “Îro em li vir tenê şitlan daynanin, em di heman demê de hevparî, hilberîn û hêviyê jî mezin dikin. Em girîng dibînin ku jin di hemû qadên jiyanê de wekî ku hene, di hilberîn û aboriyê de jî pêşeng bin. Ji ber vê yekê, wekî Şaredariya Tuşbayê me hemû piştgiriya lojîstîkî peyda kir. Em vê bostanê radestî jinên taxa xwe dikin û hemû jinan vedixwînin ku di hevgirtin û jiyana hevbeş de bicivin. Îro li Tuşbayê enerjiya kolektîf a ku jinan afirandine, hêviya hevgirtina jinan jî mezintir dike.”
Bostan sparteyî jinan hat kirin
Bostana Jinan a Bajêr a Xanê Akdogan, ku bi piştgiriya lojîstîkî û teknîkî ya şaredariyê hate amadekirin, hate spartin ked û xebata kolektîf a jinên taxê. Jinên Altintepeyê dibêjin ku ev bostan ji bo wan ne tenê qadeke hilberînê ye, lê di heman demê de qadeke ku ji malê derdikevin, tevlî civakî dibin û bi hev re hilberînê pêk tînin jî ye.
Şitlên ku bi destên jinan hatine çandin, dema ku havînê berhemdar bûn wê dîsa ji aliyê jinan ve werin berhevkirin û parvekirin.
DIĞER HABERLER
-
Bi hatina biharê re ked û xebata jinan jênber bû: heyama hilberîna kolektîf dest pê kir
22 Mayıs 2026, 15:49 -
Hevşaredar Keser xebatên rêyan li qadê bi niştecihên taxê re nirxand
21 Mayıs 2026, 09:51 -
Bi Beşdariya Hevşaredaran Perwerdehiya Waneyên Kurdî
21 Mayıs 2026, 09:05 -
Şaredariya Tuşbayê 47 xwendekar bir gera çewlikê ya hespa
20 Mayıs 2026, 18:12 -
Hewla paqijiyê li seranserê navçeyê û Girava Çarpanaxê
20 Mayıs 2026, 13:06 -
Hevşaredaran plaketa 25 saliyê dan endezyarên nexşeyê
20 Mayıs 2026, 09:54 -
Projeya “Deriyê Meherê” a Şaredariya Tuşbayê ket lîsteya piştgiriyê ya TKByê
18 Mayıs 2026, 09:12 -
Şaredariya Tuşbayê Ji Bo Jiyaneke Bêasteng Hevgirtinê Mezin Dike
18 Mayıs 2026, 09:08 -
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê Zibildank û Kotikên Paşvegerînê Danîn Dibistanan
15 Mayıs 2026, 13:53 -
Xebateke Xurt Li Parqa Selahaddîn Eyyubî
15 Mayıs 2026, 13:21









