Bi Beşdariya Hevşaredaran Perwerdehiya Waneyên Kurdî 21 Mayıs 2026, 09:05
Li Şaredariya Tuşbayê qursên waneyên Kurdî ên ji bo fêrbûna ziman berdewam dikin. Perwerdehiya vê hefteyê bi beşdariya hevşaredaran, endamên meclisê û gelek xebatkarên saziyê ve bi awayekî geş bi rê ve çû.
Şaredariya Tuşbayê têgihîştina xwe ya şaredariya pirzimanî roj bi roj xurtir dike û di vê hêlê de qursên ku ji bo karmend û karkaran dabû destpêkirin bi beşdarbûneke berfireh didomîne.
Perwerdehiyên zimanê Kurdî li avahiya xizmetguzariyê ji aliyê Gerînendehiya Çand-Huner û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Tuşbayê ve tên birêvebirin. Di waneyên dawîn de Hevşaredarên Şaredariya Tuşbayê Xanim Akkoş û Ûmît Keser jî tevlî qursê bûn. Perwerdehî, bi şêweya pirs,bersiv û beşdariyeke çalak derbas bû. Ji pirtûkê tekst hat xwendin, beşdarvan û hevşaredar derketin ser texteyê û pirsên hatine kirin bersivandin. Perwerdehî hem bi awayekî fêrbûyî hem jî bi şahî derbas bû.
Perwedehiyên bi mebesta hînbûn û belavbûna ziman di nav civakê de tên meşandin gaveke pir girîng e di warê zimanê zikmakî de. Qursên ku bi hevkariya Gerînendehiya Çand-Huner û Karûbarên Civakî û Kurdîgehê tên meşandin her roj rastî eleqeyeke mezin tên û perwerde bi rêbazeke danûstandinî tê domandin.
Di dersên ku bi rêbazên danûstandin û pratîkî tên dayîn de beşdarvan, hem zanyariyên zimanê xwe pêş dixin hem jî derfetê dibînin ku xwe pratîka axaftina rojane de pêş bixin. Ji hêla rayedaran hate destnîşankirin ku ev xebata ku tê pêkanîn ji bo bicihkirina şaredariya pirzimanî gaveke nirxdar e û ev cure xebat wê berdewam bikin.
DIĞER HABERLER
-
Bi hatina biharê re ked û xebata jinan jênber bû: heyama hilberîna kolektîf dest pê kir
22 Mayıs 2026, 15:49 -
Hevşaredar Keser xebatên rêyan li qadê bi niştecihên taxê re nirxand
21 Mayıs 2026, 09:51 -
Bi Beşdariya Hevşaredaran Perwerdehiya Waneyên Kurdî
21 Mayıs 2026, 09:05 -
Şaredariya Tuşbayê 47 xwendekar bir gera çewlikê ya hespa
20 Mayıs 2026, 18:12 -
Hewla paqijiyê li seranserê navçeyê û Girava Çarpanaxê
20 Mayıs 2026, 13:06 -
Hevşaredaran plaketa 25 saliyê dan endezyarên nexşeyê
20 Mayıs 2026, 09:54 -
Projeya “Deriyê Meherê” a Şaredariya Tuşbayê ket lîsteya piştgiriyê ya TKByê
18 Mayıs 2026, 09:12 -
Şaredariya Tuşbayê Ji Bo Jiyaneke Bêasteng Hevgirtinê Mezin Dike
18 Mayıs 2026, 09:08 -
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê Zibildank û Kotikên Paşvegerînê Danîn Dibistanan
15 Mayıs 2026, 13:53 -
Xebateke Xurt Li Parqa Selahaddîn Eyyubî
15 Mayıs 2026, 13:21











