Berî Cejna Remezanê li Tuşbayê Seferberiya Paqijiyê 19 Mart 2026, 13:24
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê ya Şaredariya Tuşbayê, ji bo ku hemwelatî cejna ku dê sibehê dest pê bike di hawîrdoreke paqijtir û baştir de pêşwazî bikin, seferberiya paqijiyê ya ku li seranserê navçeyê destpê kiriye bênavber didomîne.
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê, ku xebatên xwe di arefeya cejnê de hêj bêtir zêdetir kirin, şev û roj bi awayekî koordine tax bi tax çalakiyên paqijiyê didomînin. Armanc ew e ku hemû hemwelatî di hawîrdorek wekhev, paqij û pêkvejiyan de bikevine cejnê.
Xebatkar Roj û Şev Li Qadê Ne
Tîmên ku di mesaiya rojê de dixebitin; li taxên Seyrantepe, Şabax, Altintepe, Şemsîbey, Qelecix û Îskeleyê xebatên gêzîkirin û berhevkirina bermahiyan dikin.
Tîmên ku mesaiya şevê didomînin jî dê li taxên Akkoprî, Îstasyon û Abdurrahman Gazî û li ser rêyên sereke yên ku trafik li ser giran e (Rêya Erdcîş, Kolana Îskeleyê) û li devera di nav Taxa İskelêyê xebatên paqijiyê berdewam bikin.
Bi Kepçeyan Bermahî Têne Rakirin
Gerînendehiya Karûbarên Paqijiyê, xebatên xwe bi maşîneyan bi rê ve dibe û li tevahiya navçeyê paqijiyek berfireh pêk tîne. Bi xebatên kepçeyê bermahiyên ku li erdên vala berhev bûne, bermayiyên kolandinan û yên malan ku dibin sedema qirêjbûna hawîrdorê têne paqij kirin.
Gerînendehiyê diyar kir ku xebatên paqijiyê dê şev dest pê bikin û heta sibeha cejnê berdewam bikin û di cejnê de jî bidomin da ku hemwelatî bikarbibin cejna xwe di olşeke aramî û paqij de pêşwazî bikin.
DIĞER HABERLER
-
Li Tuşbayê Kargehên ku Li Gorî Pîvanên Paqijiyê Tevnagerin Hatin Mohrkirin
25 Mart 2026, 14:08 -
Li Parqa 15ê Temmuzê Lênêrîna Periyodîk a Tabloyên Ceyranê
24 Mart 2026, 15:06 -
Li Parqên Seranserê Navçeyê Xebatên Nûkirin û Lêçûnê Berdewam Dikin
24 Mart 2026, 08:13 -
Li Tuşbayê Pîrozkirina Cejnê: Keyayan Serdana Hevşaredaran Kir
23 Mart 2026, 16:49 -
Berî Cejna Remezanê li Tuşbayê Seferberiya Paqijiyê
19 Mart 2026, 13:24 -
Şaredariya Tuşbayê Beriya Cejna Remezanê Venêrîna Xwarinan Kir
19 Mart 2026, 12:33 -
Di Navbera Şahgeldî û Norevanisê De Xebata Rê
18 Mart 2026, 14:55 -
Li Tuşbayê Amûrên Li Parqan Têne Nûkirin
13 Mart 2026, 12:37 -
Hevşaredaran Serdana Nexweşan Kirin
10 Mart 2026, 21:31 -
Li Tuşbayê Heyama "Ala Spî" Dest Pê Dike
09 Mart 2026, 11:31










