Gerînendeha Karûbarên Teknîkî ya Şaredariya Tuşbayê, Xebat Li Qadê Vekoland 11 Tebax 2025, 17:03

Gerînendeha Karûbarên Teknîkî ya Şaredariya Tuşbayê Sevda Ronay, xebatên rêyan ên ku li navçeyê berdewam dikin, di cih de lêkolîn kir.
Gerînendeha Karûbarên Teknîkî ya Şaredariya Tuşbayê Sevda Ronay, xebatên çêkirin û temîra rêyan ên li navçeyê didomin li cihê xebatan de vekoland û ji ekîbên li qadê agahiyên berfireh wergirt.
Gerînendeha Karûbarên Teknîkî Sevda Ronay diyar kir ku bi taybetî xebatên rêyan ên ku bi têgihîştina xizmetê ya wekhev û adil li hemû taxan tên meşandin, armanc dike ku qalîteya jiyana welatiyan baştir bike.
Ronay ragihand ku ji destpêka demsalê ve xebatên çêkirina rêyên stabîl, vekirina rêyên nû, temîrên qîrê û vekirina rêyên ber bi peravan ve bi awayekî giran didomin û wiha got: “xizmeta wekhev li her xalê Tuşbayê peywira me ya sereke ye. Ji bo ku welatiyên navçeyê bi ewle û rehet bigihêjin cihan, em hewl didin û xebatên xwe bi plansazî û bi baldarî dimeşînin.”
"Em Derbarê Xebatên Gihîştina Peravan De Xwe Sist Nakin"
"Ronay diyar kir ku ji destpêka demsalê ve bi awayekî dijwar li ser xebatên têkildarî peravan dixebitin, û wiha axivî: “Em bawer dikin ku xebatên me ji bo hêsaniya gihîştina peravan destpêkirine, ne tenê welatiyên navçeyê, her wiha hemû gelê bajêr û geştyarên ku serdana bajêr dikin jî bi awayekî erênî bandor dike, ji ber vê yekê ev xebat xwedî girîngiyek mezin in. Em careke din dubare dikin ku perav ne qadên bikaranîna kesayetî ne û em di vî warî de tawîzê nedin.”
Ronay her wiha destnîşan kir Gerînendehiya Karûbarên Teknîkî, ji bo çareserkirina kêşeyên rêyan li hemû taxên navçeyê û hêsankirina veguhstinê bi awayekî giran dixebitin û got ku ew bi guhdarîkirina daxwazên gel armanc dikin ku qalîteya xizmetê her tim zêde bikin.
NÛÇEYÊN DIN
-
Li Baxçeyê Jinan a Bajêr a Xanê Akdogan” Berhema Çinînê a Yekem
14 Tebax 2025, 12:31 -
Li Perava Gel ya bi Ala Şîn Xebata Çavdêriyê Pêk Hat
13 Tebax 2025, 15:36 -
Şaredariya Tuşbayê li Taxa Şabaxê Rûxandina Govan Didomîne
13 Tebax 2025, 11:40 -
Rêyên Ber bi Perava Ayanîsê Tên Vekirin
12 Tebax 2025, 16:40 -
Serdana ÎHDê a Şaxa Wanê ji bo Şaredariya Tuşbayê
12 Tebax 2025, 14:10 -
Gerînendeha Karûbarên Teknîkî ya Şaredariya Tuşbayê, Xebat Li Qadê Vekoland
11 Tebax 2025, 17:03 -
Bi Keya û Welatiyan Re Civîna Çareseriyê ya Hevbeş Ji Şaredariya Tuşbayê
11 Tebax 2025, 14:32 -
Şaredariya Tuşbayê li Taxa Canîkê Xebatên Rêya Peravê Didomîne
11 Tebax 2025, 11:40 -
Civînên Meclisa Şaredariya Tuşbayê yên Meha Tebaxê Bi Dawî Bûn
08 Tebax 2025, 13:51 -
Şaredariya Tuşbayê li TOKÎ ya Sixkê û Taxa Akkopriyê Xebata Asfaltê Pêk Anî
08 Tebax 2025, 13:07