GOLA WANÊ DIBE XWEDÎYÊ ‘ALA HÊŞÎN’ ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ XWE JI VEKIRINA PLAJA GEL RE AMADE DIKE

GOLA WANÊ DIBE XWEDÎYÊ ‘ALA HÊŞÎN’ ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ  XWE JI  VEKIRINA PLAJA GEL RE AMADE DIKE


 (FEE) Di bingehiya Koordinatorlixa Vakfa Perwerdeya Hawîrdor a Navnetewî  de ‘Ala Hêşîn’ di Anatolî de Şaredariya Tûşba qezenc kir.   Ji bo ku  plaj, derya û gol   bi avê atik qirêj nebe; Ala Hêşîn a Navnetewî xebatek didomîne. Di Tirkiyê de  li herêma Anatolî de qezenc kirina ‘Ala Hêşîn’ yekemîn e. Îsal jimara ‘Ala Hêşîn’ gihêşte 459 an. Bi pêngava Şaredariya Tûşbayê li taxa Mollakasım  de plaj çêbû. Ev plaj xelata Ala Hêşîn qezenc kir.
 Di Tirkiyê de  sala 1994 an de  beşdarê ‘Xelata Ala Hêşîn a Navnetewî’ bû. Niha di 50 welatên de ‘Xelata Ala Hêşîn a Navnetewî’ didome. Di Tirkiyê de sala 2002 an de 140 plaja Ala Hêşîn hene; di sala 2018 an de ev jimar gêhişte 459 an. Li Tirkiyê de paqijiya  derya û gola  çêdibe. Ji ber   ku  jimara ‘Xelata Ala Hêşîn a Navnetewî’ lihev zêde dibe. Di warê ‘Xelata Ala Hêşîn a Navnetewî’  dewletê 1. Îspanya 2. Yunanistan 3. Tirkiye ye. 

HETA NIHA GOLEK ‘XELATA   ALA HÊŞÎN A NAVNETEWÎ’  QEZENC NEKIRIBÛN; GOLA WANÊ BÛ YEKEMÎN  

Dema derya were gotin bajarê Antalya tê aqilê mirova. Di Tirkiyê de herî zêde  xwediyê ‘Xelata Ala Hêşîn a Navnetewî’ ye. Nîvê ‘Xelata Ala Hêşîn a Navnetewî’  di Tirkiyê de bajarê Antalya xwedîye. Di Antalya de 20 marîna û plaj a Ala Hêşîn heye. Muğla 101 marîna û plaj a Ala Hêşîn heye. Îzmir 51 marîna û plaj a Ala Hêşîn heye. Di Tirkiyê de xincê derya;  li herêma Anatolî de bajêra Tûşbayê ‘Ala Hêşîn’ qezenc kir û di warê ‘Ala Hêşîn’ de bû yekemîn e.
Plaja Mollakasım  bû xwediyê ‘Ala Hêşîn’. Bi pêngava  Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe  Gola Wanê jiyanbar dibe. Bajarê Tûşbayê dibe cihek balkêş. Berê   perava Gola Wanê  wekê çopdank bû; welatiyên diçûn seyranê çopê xwe davêjin derdora. Sala 2014 an de  bajêra Wanê statuya Bajara mezin qezenc kir û navçeya Tûşba avabû. Bi Şaredariya Tûşbayê perava Gola Wanê  paqij bû. Berê perava Gola Wanê wekê çopdank bû; lê belê niha cihek jiyanbar e.

ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ PERAVA GOLA WANÊ JI GEŞTIYARÊ RE DA QEZENC KIRIN 

Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe,  bi xwe beşdarê  paqijkirina peravê bû. Di peravê de çopdanka danî. Personelê Şaredariya Tûşbayê herroj perava Gola Wanê paqij dikin.  Şaredar Ozgokçe, Gola Wanê ji qirêjayî û gemarê paqijkirin. ‘Mollakasım Mavi Bayraklı Halk Plaj’ bi xebatek bêhempe  hate lidarxistin. Ev xebat bi kedak mezin derkete ortê. 6 Tirmeh bi meresimek mezin Ala Tirk û Ala hêşîn  bilindê hewa bû. 
Di nav ‘Mollakasım Mavi Bayraklı Halk Plaj’ de  tesîsa Aritma, 190m2  bina îdarî, nimejgeh, cihê serşokê bufe, wc, otopark, xebata peyzaj heye. Bi ‘Mollakasım Mavi Bayraklı Halk Plaj’ welatîyê bajêra Wanê wê berê xwe bidin Gola Wanê.  Bi ‘Ala Hêşîn’ hewcidariyek mezin jî hate qedandinê.  Bi ‘Ala Hêşîn’ herêma anatolîya  geştiyar zêde bûn. Welatiyên Îran  gelek  bajêra Wanê serdan dikin. 
Vakfa Perwerdeya Tirkiye, Wezareta Geştiyar û Çandî, Wezareta Bajarvanî û Hawirdor  bi hev re pardarî ‘Ala Hêşîn’ kontrol kirin. Şaredariya Tûşbayê  kriterê Ala Hêşîn giştî anî cih. 33 kriterê Ala Hêşîn  heye. ‘Mollakasım Mavi Bayraklı Halk Plaj’  xelata Ala Hêşîn hilda. Analîza ava golê, bikirandina plajê, werzîşa avê, avjanî, plana rewşa bilez, rêveberiya hawirdor û gorê derfetê astengdara giştî kriter hatiye cih.  Piştê  ev encamê  Ala Hêşîn qezenc kir. 
WELATIYÊN HERÊMÊ BI ÇAR ÇAVAN HÊVÎYA VEKIRINA PLAJA ALA HÊŞÎN E. 
 
Derbarê  mijarê de Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe; daxuyanek kir: “ Mollakasım Plaja Gel a Ala Hêşîn ji welatîyan re pîroz û binbarek bibe.
Li Tirkiyê de  bi koordinasyona (TÜRÇEV)  Vakfa Perwerdeya Hawîrdor a Tirkiye, Wezareta Bajarvanî û Hawirdor, Wezareta Geştiyar û Çandî ‘Ala Hêşîn’ tê şopandinê.   (FEE)  Vakfa Perwerdeya Hawirdor a Navnetewî  di dinyayê de 50 dewleta de tê bikirandin.
Navenda wî li Danimarka Kopenhag da ye. Ala Hêşin pir hassas tê şopandinê. Xelata Plaja Gel a Ala Hêşîn  qezenc kirin; ne wisa hêsan e. Gerînendetiya Karûbarên Fen û Gerînendetiya Baxçe û Parq a Şaredariya Tûşbayê bihev re  pardarî xebata Plaja Gel a Ala Hêşîn  qedandin.
Bi destûra XWEDÊ 6 ê Tîrmehê de  Ala Hêşin em ê bikişînin jorê.  Di meresimê de  Wezareta Geştiyar Hawirdor, nûnerê Vakfa Perwerdeya Hawirdora Netewe û Navnetewî, birêz Walî, Parlementerê bajarê Wanê  beşdarê bernamê bibin. Plaja Ala Hêşin wê bikeve xizmeta  bajara Wanê.   

ŞAREDAR OZGOKÇE ‘ WELATIYÊN BAJARÊ WANÊ  ÊDÎ BERÊ XWE WÊ BIDE GOLÊ’

Welatiyên bajarê Wanê heta niha  pişta xwe dabûn Gola Wanê; êdî wê berê xwe bidin Gola Wanê.  Rakima golê 648m ye. Perava golê 400km2 ye. Lê belê  plajek paqij tune bû. Plaja Ala Hêşîn ji bajarê Wanê re pîroz û binbarek bibe. Geştiyar dema bihatina bajara Wanê  cihek xweşik tune bû ku  avjanî bikirina, tiştek wiha guman nedikirin. ‘Mollakasım Mavi Bayraklı Halk Plajı’ pisgirêka giştî  ji ortê radike. Di nav plajê de aritma tesîsî heye.  Plaja Ala hêşîn dostaniya hawirdorê ye. Gola Wanê nîmetek mezin e; lê belê heta niha zehmet bû û gelek pirsgirêkê wî hebû. Ji îro şûnda  êdî kêfxweşî û şand bûna golê bijîn. Biharê werzîşa avê zêde dibe. hatin-çûna li  ser avê jî zêde dibe. wiha deriyê qezencê jî vedibe.
Birêz Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan di riya şaredarî de ji  me   re   bûye rêber.  Xebatê di  nav 40 salan de çêbe;  şaredariya me di  nav 4  salan de  pêkanîye.  Em bi ev tevgerê gelek kêfxweş in.  Plaja Ala Hêşin  gelek  xweşik e.  Tesîsê nûjen heye.  Di nav plaja Ala Hêşîn de jûra rêveberî, kafeterya, bufe û gelek  tişt hene. Ala Hêşîn ji welatiyan re pîroz û binbarek bibe.

AVA GOLÊ 15 ROJ CAREK TÊ ANALÎZKIRINÊ

Plaja Ala Hêşin a Netewî   kriterê wî  ava paqij e. Di  nav 15  rojan de carek ava golê tê analiz kirinê.  Plaja ala Hêşîn pir ewledar e.   (cankurtaran)  herdem amade ye.  Cihê avjanî  kifş e. plana rewşa bilez û kesên astengdar jî nahatiye bîrvakirin û gorê astengdara cih hatiye çêkirinê.  Kriterê ala hêşîn giştî hatiye cih. Ev plaj ji bo bajarê Wanê qezencek mezin e.