TUŞBA BELEDİYESİ RESMİ WEB SİTESİ

JI “ SIFRA BIRATÎ YA ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ ” RE ELEQA MEZIN

JI  “ SIFRA BIRATÎ  YA ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ ”  RE ELEQA MEZIN

 
Şaredariya Tûşbayê  bi diruşmaya ‘Şehr-i Tuşba’da Şehr-i Ramazan’  di taxên Tûşbayê de sifara Biratî amade dike. Gelek hevwelatî beşdarê sifra fitarî dibin.
Siltanê 11 meha Şehr-i Ramazan meha remezanê de li Tûşbayê de yekbûn û bi hev re bûn dest pê kir. Gerînendetiha Karûbarên Çandî û Civakî ya  Şaredariya Tûşbayê  gorê rihê remezanê  her sal sifra fitarî amade dike.  Şaredariya Tûşbayê   di taxa de sifara Biratî amade dike. Di meha remezanê de roja yekemîn li taxa İstasyon de  2 roj sifara  fitarî amade bû û ji niştecihên taxê re xizmeta fitariyê pêşkêş kir. Di sifara firatî de bi 4 cur xwarina germ fitarî tê kirin. Şaredariya Tûşbayê  îsal di 10 taxên Tûşbayê de sifra fitarî amade bike. Gelek niştecih beşdarê sifara fitarî dibin. Di sifra fitarî de Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe,  Serokê Bajarê Wan  AK Partî Kayahan Türkmenoğlu, Serokê Navçeya Tûşba AK Partî Muğdat Günini,  Endamê Civatê, Cîgirên Şaredar Hasan Handil û Necla Orbayı,  Gerînendê Karûbarên Çandî û Civakî Mehmet Nuri Bekiroğu digel Gerînendê Karûbarên Keyayê  Osman Kıran xwarin belav kirin.
Şaredariya Tûşbayê, 4 sal e, di meha remezanê de  bi diruşmaya ‘Şehr-i Tuşba’da Şehr-i Ramazan’   de sifra biratî amade dike.  Piştê fitariyê Kur’an-ı Kerim tilaveti, ilahi, tasavvuf müzik, Hacivat-Karagöz û ji bo zarokan gelek çalakî amade dibe. Gorê rihê remazanê bernamê amade dikin. Di bajarê Wanê de di warê şaredariyê de Tûşba mînak e. Şaredariya Tûşbayê, di meha remezanê de roja yekemîn nêzikê 500 kesa re mazûvantî kir. Malbatên ku  nexweş û astengdara jî re  bi sefer tasa xwarina germ tê şandinê. Nêzikê 500 malbatan re 4 curê xwarinê tê radest kirin. Meha remezanê ji riha re  xweşî, dila re dewlementî, îrade re perwerdî, sebir, merhamet û civat re aram bixe nesîp. Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe,  em bi kelecanî û hêvîdarî benda meha remezanê bûn.
Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe,  “Di meha remezanê de divê mirov radestê nefsa xwe nebe. Divê mirov îrada xwe perwerde bike ku bigihêje  azadî ya rastî. Meha remezanê de gelek mizginî hene. Di meha remezanê de ‘êvara leyletil qedir ’ heye. XWEDÊ  di Qurana pîroz de  navê meha remezanê zikir dike. Mehek binbarek e. “Serê meha remezanê rehmet, orta wî maxfîret, dawiya wî ji agirê dojehê rizgarî ye.  Meha remezanê ji hezar sala xêrtir e. Qurana Pîroz di meha remezanê de nazil bûye. Nimêja terewîh di meha remezanê de tenê tê kirin. Di meha remezanê de derî yê bihûştê heta dawî vedibe, şeytan bi zincîra tê girêdan. Derîyê dojehê tê kilît kirin. Ev meha pîroz de dil hev dîtin dike, hez û merhemet zêde dibe. meha sebrê ye. Meha alîkari ye. Meha remezanê meha rojî girtinê ye. Rojî ji bo XWEDA tê girtin, mukafata wî jî XWEDA dide. Rojî îbadetek giring e. di xwarina paşîvê de  xêr û bereket heye. Xemilandina meha remezanê ye.