TUŞBA BELEDİYESİ RESMİ WEB SİTESİ

PEYAMA ŞAREDAR JI BO “ ROJA DAYÎKAN”

PEYAMA  ŞAREDAR JI BO  “ ROJA DAYÎKAN”


Serokê Şaredariya Tûşbayê  Doç. Dr. Fevzi Özgökçe ji bo roja dayîkan de  peyamek weşand.
Di dinyayê de herî hêja  dayîk in. Ez bi rêz, hez û muhebbet dayîkan slav dikim. Dayîkên me nebûna em çênedibûn. Bi dil û canê xwe roja dayîkan pîroz dikim. Dayîk di rûyê dinyayê de nûnerê hez, rêz û sadik bûnêne. Dayîk,  zaroka xwe neh meh di zikê xwe de xwedî dike. Di tengasî de  direve hewara  zarokên xwe. Dayîk, dema mirazê zarokên xwe bibîne herî kêfxweş û şah dibe. Ev tişt ji bo dayîkan pir giring e. Di dinyayê de ji bo mirov hizûr û bereket bibinîn divê  qedir û qîmeta dê-bavên xwe bizanibe. Heke ku dê-bavên me  diji;  divê mirov diayên wan hilde. Destên dê-bavên  xwe paçî bike. Di hadîsekî de pêxemberê me Hz. Muhemmed dibije: “ Bihûşt binê lingên dayîkan daye”  Yên dixwaze di dinya û  axiretê de  jiyana xwe xweş derbas bike divê qedir û qîmeta dayîka xwe bizanibe. Herroj wekê “Roja Dayîka” ye, divê zarok herdem ji dayîkan xwe re baş tevger bike. Divê em dayîkan xwe re nebêjin ‘of’. Dayîk temînata malbatê emir dirêj e. ji bo civatek tenduristî û ewledar dayîk pir giring û pêwîst e. Di dinyayê de tişta herî mezin dê-bav  ji zarokên xwe re bi rehmet û şefkat bin.” Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe wiha axivî.
Serokê Şaredariya Tûşbayê  Doç. Dr. Fevzi Özgökçe,  “Met û ap  hukma  bavê daye. Xaltî û xal hukma dayîkan daye. Yên dixwazin di dinyayê de  kêfxweş û bextewar bibe divê qedir û qîmata met, ap, xal, xaltî, dê, bav, xwesî, xwezîrê  xwe bizanibe û herdem ji van re hurmet bike. Dema em ji dê-bavê xwe re hurmet nekin; zarokên me jî ji me  re  hurmet nakin. Hekê kesên  dixwaze  biçe bihûştê dê-bav ji bo  bihûştê  xezîne ye. Ji  dê-bavê xwe xizmet bike, riza van qezenç bike. Hekê zarok dê-bavê xwe kêfxweş bike: di rûyê dinyayê û axîretê de qezenç dike. Di dinyayê de risqê wî zêde dibe.
Xizmeta nexweşa kirin xêrek mezin e.  Sunneta pêxemberê me ye ku mirov nexweşa serdan bike. Mirov kêf û rewşa nexweşa pirse tiştek xweş e. Ev tişt pir nexweşa kêfxweş dike. Di hadîsek de “Dia nexweşa hildin ji ber ku dia yên nexweşa mekbûl e.” Dilê nexweşa xweş kirin, hukmê sedeqe daye.  Kesê bextewar eve ku:  Dema dê-bavê wî nexweş be û lê ber wî be  dilê dê-bavê xwe herdem xweş bihêle, diayên van hilde.” Serokê Şaredariya Tûşbayê  Doç. Dr. Fevzi Özgökçe wiha axivî.
Şaredariya Tûşbayê  dema mehra(nîkah) dibire; hinek şîreta li yên diziwice dike. Ji bo pêşerojek tenduristî, rûşen, bi hêz ji mêr û jin re  şîreta dike.  Bûk û zava ji îro şûnda du bav û dayîkin van hene. Xwesî û xwezîrê mirov wekê dê-bavê mirov e. ji ber ku dema mirov bizewice êdî du dê û bavê mirov hene. Ne rojekî divê herrroj dayîkan xwe hez bike.
Mafên dayîkan nayê dayîn. Emir tira hez kirina dayîk nake. Giştî dinya bibe yek; dayîkek nake. Dayîk layîqên herî tiştê baş in.
Roja Dayîkan bi dil û  canê xwe pîroz dikim. Bi zarokên xwe jiyanek tendursitî, kêfxweşî û aram derbas kirin dixwazim. Serokê Şaredariya Tûşbayê  Doç. Dr. Fevzi Özgökçe wiha axaftina xwe qedand.