TUŞBA BELEDİYESİ RESMİ WEB SİTESİ

LI BAJÊRA WANÊ “ HEFTA ASTENGDARAN Û ROJA DAYÎKAN”

LI BAJÊRA WANÊ “ HEFTA ASTENGDARAN Û ROJA DAYÎKAN”


Şaredariya Tûşbayê di “ Hefta Astengdaran Û Roja Dayîkan” de bernamek lêdarxist.
Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatên Şaredariya Tûşbayê li konferans salona 15 Temmuz Şehitler Parkı Yusuf Ziya Yılmaz de bernama  “ Hefta Astengdaran Û Roja Dayîkan” amadekir. Di bernamê de Serokê Bajêra  Wanê AK Parti Kayhan Türkmenoğlu, Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe, Serokê Baskên Jinê AK Parti Havva Duran, pismamên şehit û gaziyan beşdarê bernamê bûn. Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe “ Em ê dayîkên  salê bi hev re  kifş bikin. Dema dayîka salê were bijartin,  dayîka ji bo zarokên xwe bişev biroj dixebitin, yên welatên xwe ji dijmin diparêze, yê ji bo Ola xwe şehîd dibe îsal were bibe dayîka salê.  Ez destên dayîkan maç dikim. 15 Tirmeh de welatê me 251 şehîda da lê belê welatê xwe radestê dijmina nekir.  Yên ji bo welat şehîd ketiye XWEDÊ bi rehma xwe şah bike. 
Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe, “Parqa Şehîdên 15 Tirmehê de bernamek giring tê lêdarxistin. Berê ev der weke çopdank bû lê belê niha Şaredariya Tûşbayê li vir  Parqa Şehîdên 15 Tirmehê çêkiriye. Li vir bû cihek jiyanbar.  XWEDÊ bixe nesîp etaba duyemîn dest pê kiriye. Nav 6 meha de wê biqede. Ev waran wê bibe gulistan. Giştî Gerînendetiyên Şaredariya Tûşbayê bi şev bi roj dixebitin.  Dijminê Tirkiye zûr mane li hilbijartina 24 Pûşperê mêze dikin.  Dewleta Fransa dibijê hûn ê  van ayeta ji Kurana Pîroz derxin. ABD, Îngiltere, Almanya hêviya hilbijartina 24 Pûşperê ne.  Înşallah Recep Tayyip Erdoğan wê qazanç bike. Dijminê Tirkiye dixwaze ku Tirkiye weke Suriye, Iraq bike, armanca dijmina ev e. Dijmin,  dixwaze dayîk xemgin bin û bigirin.  Em ê piştgirî bidin Recep Tayyip Erdoğan. Hêza Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan zêde bikin.
Piştê axaftina Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe,  bername de axafdar Dr. Halil İbrahim Erbıyık  semîner da . di bernamê de Dayîka Salê hate bijartin. Gul û plaket hate pêşkêş kirin bername encam bû.