TUŞBA BELEDİYESİ RESMİ WEB SİTESİ

LI ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ DE ‘KONSÎLA BAJAR’ HATE DAMEZRANDINÊ

LI ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ DE  ‘KONSÎLA BAJAR’ HATE DAMEZRANDINÊ

 

Bernama  Konsîla Bajar li salona Şaredariya Tûşbayê hate amade kirin. Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç.Dr. Fevzî Ozgokçe, Serokê Navçeya Tûşbayê AK Partî Naif Şabu, Hîndekarê YYU Doç. Dr. Abdulmenaf Turan, Alîkarê Şaredarê Tûşbayê , Gerînendê Bîrimê Tûşbayê, Keyayên Taxên Tûşbayê, Gerînendê Sazîya, Serokê Komeleya û gelek hewwelatî  beşdar bûn. 
Bername wiha dest pê kir: Rawestina Rêzgirtinê, xwandina Sirûda Serxwebûn bername  dest pê kir. Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç.Dr. Fevzî Ozgokçe  axaftinek kir: “ Şaredarî û sazî  karûbarên mezin tînin cih.  Şaredariya Tûşbayê sala 2014 an de dest bi xebatê kir. Serokkomar Birêz Recep Tayyip Erdoğan wiha dibêje ‘Mirova mezin ke; ku dewlet mezin bibe’  em jî  ev ramanê Serokkomar her dem tînin ber çavên xwe û wisa dixebitin. Bi her hevwelatî re eleqedar dibin. Şaredariya Tûşbayê her dem bi Komeleya û hevwelatîyan  re şêwr dike. Her hevwelatî divê di  nav  kargerî dabe. Divê em gorê  hewcîdariya hevwelatî xebat bikin;  ku  standarta jiyana hevwelatiyan bilind bibe. Ji bo vê çê destên me   tê em dikin. Konsîla Bajar  mijarek pir girîng e.  Divê herhes ji bo bajar bi fikir e.  Ji pirsgirêka re bibe çareser.  Pirsgirêka  bibe serbajarê  ku çareser li were kirin. Em ji bo vê têkoşîn dikin. Di Konsîla Bajar de ‘Jin, astengdar, kal-pîr’ her kesîma civatê wê tê da cih bigire. Wê herkes fikir û ramanê xwe bîne ziman.  Xebata me ne wekê xebatê kesî ye. Xebatê me orjînal e.
Dema Şaredariya Tûşbayê pêşnûmek amade bibe; bi komeleya û Sazîya re şewr dike. Me xebatek Mirovahî, şaristanî, Ekolojî, demokrasî pêk anîye.  Ozgokçe, Şaredariya Tûşbayê xebatê xwe yê salên 2014 û 2018 an de bi riya çapemanî ragihande hevwelatiyan.  Ji ber  ku  em  herdem bi gelê xwe re şewr dikin. Heta niha me wiha tevger kiriye. Înşallah  xizmetên me  bi Konsîla Bajar  pêşva biçe. Xebatên me bi  gele me re wê were lêdarxistin.  Bajara Wanê layiqê tiştên baş e. Ez bawer dikim  ku  em pişt bidin hev  wê bajara Wanê were cihek herî baş. Dema teror xilas bibe; welatê me aştî, aram, biratî tesîs bibe.  Yê li Afrîn, Menbîç, Bitlisê  şehîd keti XWEDÊ rahma xwe li wan ke. Ji bo ku sînorê me aram û aştî be; ev tevger hatiye lêdarxistin.  Tirkiye ji bo bibe  welatek serok;  divê astengê pêşiya Tirkiye ji ortê rabe.  
Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan û Wezîrên Tirkiye pêşnûmê  bajara Wanê re dibin piştgirî. Bajara Wanê wê bibe stêrga  herêmê.  Ev konsîla bajar ji welat û herêma me re  xêr xweşî bîne.” Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç.Dr. Fevzî Ozgokçe wiha  fikrê xwe anî zaman. Hîndekarê  YYU Doç Dr. Abdulmenaf Turan  bernamê pêşkêş kir. Dîvan amade bû, hilbijartin çêbû.  Di hilbijartinê de Hîndekarê  YYU Doç Dr. Abdulmenaf Turan  bû serokê Konsîla Bajarê. Bername wiha encam bû.