ŞAREDAR OZGOKÇE BI BAZIRGANÊ PÎŞESAZÎ RE HEVDÎTIN KIR

ŞAREDAR OZGOKÇE BI BAZIRGANÊ PÎŞESAZÎ RE  HEVDÎTIN KIR


Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç. Dr. Fevzi Özgökçe bi Bazirganê Pîşesazî re  hevdîtin kir.
Bi vexwendina Şaredar Ozgokçe,  civîn li salona  Şaredariya Tûşbayê hate lidarxistin. Serokê Kooperatîfa Pîşesazî Muhittin Yıldızbaş, Serokê Daîra Zabita Şaredariya Mezin, Gerînendê Bîrimê Tûşbayê û bazirganê Pişesazî başderê civînê bûn. Di civînê de pêşkêşkirin Gerînendê Zabita û Gerînendê Bajarvanî û Îmar a Şaredariya Tûşbayê kirin.  Mijara civîn li ser ‘Kargehê kaçak, rûhsatê Kergeha, cihên xirabe’ sekinîn. Pêşkêşvana  bi dîmena bernamê pêşkêş kirin.  Civîn 4 demjimêr dewamkir.
Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç. Dr. Fevzi Özgökçe wiha axivî: “ Gelî mêvanê me yê hêja hûn giştî bi xêr hatin.  Roja em hatin peywirê heta niha xebatên me  yê bajarvanî didome. Di Navçeya Tûşbayê de rê, parq û xizmetê din çêdibe û çêkirina van didome. Cihên kaçak tê xirakirin û bajarêk nûjen dertê  holê. Bi şev bi roj xebata îmar didome. 
Di vê mijarê de pîşesazî gavek mezin avêtîye.  Piştê erdhêja Wanê gelek konteyner li derdora man; ev konteyner dîmenek nebaş dida nîşand. Şaredariya me van konteynera ji ortê rakir. Hênek bazirgan bê destûr kargehê xwe mezin kirinê û baneyê kargehê xwe dirêj kirinê.  Ev bê ûsûlî  xebatek çêbû. Piştê erdhêjê  di pîşesazî de kargehê çêbûn; şaredariya me rûhsatê bazirganiya  da. Xebata me  di Pîşesazî de  didome. Serokê Kooperatîfa Pîşesazî Muhittin Yıldızbaş her dem hewcîdariya Pîşesazî ji  me re dibêje. ji bo Pîşesazî çê destên me  tê em dikin. Serokê Kooperatîfa Pîşesazî Muhittin Yıldızbaş re em  her dem şewr dikin û pirsgirêka re  çareser dibînin. Di pîşasazî de xebata asfalt, kevirê kilît, parq û warê hêşînayî  çêbû.  Di nav 4 salan de  her zivistan dema berf bibare Şaredariya me riya  vedike; nahêle bazirganê Pîşesazî zirarbibînin.  Têkoşîna me  yê  berfê zivistanê bi dijwarî didome.” Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç. Dr. Fevzi Özgökçe wiha axaftina xwe qedand.
Gerînendê Bîrîmê Tûşbayê  û Serokê Daîra Zabita Şaredariya Bajara Mezin Osman Sevinç  jî beşdarê bernamê bû.  Bername  bi pirs û bersiv dayîn dimîya.