ŞAREDAR OZGOKÇE “HEVDÎTINA GEL” WEKÎ ROJA EWIL DIDOME

ŞAREDAR OZGOKÇE “HEVDÎTINA GEL” WEKÎ ROJA EWIL DIDOME


Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç Dr. Fevzî Ozgokçe “Hevdîtina Gel û Serdana Taxa” di sala 2014 an de heta niha didome.
Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç Dr. Fevzî Ozgokçe, bi taybetî Gerînendetiya  Xizmetên Malbat-Jin û Gerînendetiya Karûbarê Keyayên Şaredariya Tûşbayê di çerçova bernamê de taxên Tûşbayê serdan dikin.
Şaredar Ozgokçe, “Roja Gel” de taxên Tûşbayê serdan dike, di çerçova bernamê de :Bazirgan, Hunermenda, STK, Rûspîyan, mezinên eşîra serdan dike û bi hevwelatiyan re hevdîtin dike. 
Du Gerînendên Şaredariya Tûşbayê, Gerînendetiya Xizmetên Malbat-Jin û Gerînendetiya Karûbarê Keya ev bername amade kiriye. Di çerçova bernamê de  Kal-pîr, astengdar, nexweş, Malbatên Şehîdan, Gazî  tê serdan kirinê.  Şaredar heftê  de rojekî gelek malbata serdan dike. Şaredar Ozgokçe pirsgirêkan guhdarî dike û ji pirsgirêka re dibe çareser.
Roja înê  demjimêr 08:00- 12:00 an de  “ Roja Gel”  tê lêdarxistin.  Niştîcihê Tûşbayê û hevwelatiyên navçeyên din jî beşdarê civatê dibe. Yên derfetê wî tune be ku beşdarê civînê be; tê tespît kirin Şaredar bi xwe serdan dike. Pêdivê malbatê tîne cih. 
Derbarê serdanê de Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç Dr. Fevzî Ozgokçe  daxuyanek da: ji bo  me  hevwelatî giring e. Em ji wan pir hezdikin.  Fikir û ramanê hevwelatiyan  riya me diyar dike. Hevwelatî  herdem rê dide nîşanê me.  Em nahatine ji  gel re bibin axa, paşa; em hatine ji gel re bibin xizmetkar. Roja em hatine peywir heta niha bi aşk û şevk dixebitin. Ev xebatê me yên  serkeftî bi şewr  derketiye ortê.  Em herdem bi gel re şewr dikin. Em bi gelê xwe re her roja înê şewr dikin. Roja înê “ Roja Gel”  diyar bûye. Hevwelatî fikir û ramanê xwe di cîvîna gel de tîne ziman.  Hevwelatiyên nexweş, astengdar, kal-pir  û yên nikarin werin civînê em diçin wan serdan dikin. Şewrê û serdanê  tê kirinde fikir û ramanê pir xweş dertê ortê.  Ev serkeftiya me bi pişrgiriya hevwelatiyên me re dertê ortê. Ola me   ji  me  re dibêje  şewr bike.  Karûbarên ku  di nav 30 salan de çêbe; me di  nav 3 salan de çêkir.  Ji ber  ku  em bi gel re şewr dikin; fikir û ramanê gel  hildidin.  Di pêvajoyê de em ê herdem bi gel re bin.  Em ê  hevwelatiyan serdan bikin. Ji mazûvanîya wan re spas dikim, XWEDÊ ji wan razî bibe.