TUŞBA BELEDİYESİ RESMİ WEB SİTESİ

ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ WÊ XALÎÇÊ DÎROKÎ JIYANBAR BIKE

ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ WÊ XALÎÇÊ DÎROKÎ  JIYANBAR BIKE


Gerînendetiya  Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Tûşbayê qursa Xalîçê Dîrokî vedike. Xalîçê Bajara Wanê dertê rûyê dinyayê. 
Şaredariya Tûşbayê ji bo jin bibin xwediyê kar qursa xalîçe vedike. Şaredariya Tûşbayê, Qaymeqamtiya Tûşbayê, Gerînendetiya Navenda Perwerdeya Gel, bi piştevaniya  İŞ-KUR   li dibistanê Tûşbayê de qursa vedike. Jin di van qursan de hînê kar dibe. Gerînendê Navenda Perwerdeya Gel Muhlis Ceylani û  Serokê Şaredariya Tûşbayê Fevzi Özgökçe, qursa bi hev re serdan kirin. Derbarê qursan de agahî hildan. Navçeya Tûşbayê de dibistana Şehit Ferhat Aslan Anadolu Lisesî de qursa xalîça mêze kirin. Özgokçe derbarê  qursê de agahî da: “Armanca me  xalîçê Wanê  di dinyayê de bidin naskirinê û Xalîçê Wanê bidin jiyanbar kirinê. 25 jin li vir hînê çêkirina xalîçê dibin. Jin li vir dema xwe xweş û bikêr derbas dikin. Armanca me jin  li mala xwe dema xwe vala derbas neke; li vir dema xwe baş û têr-tijî derbas bikin. Hînê pîşe bibin û ji aboriya malbatan xwe re bibin piştgirî.  Xalîçê bajara Wanê wê jiyanbar bibe.  Di vekirina qursa xalîçê de yê keda wî derbas bûye ji herkesî re spas dikim.” 
Şaredariya Tûşbayê, Qaymeqamtiya Tûşbayê, Gerînendetiya Navenda Perwerdeya Gel, bi piştevaniya  İŞ-KUR  bi hev re pardarî qursa Xalîçê vekirine. Serokê Şaredariya Tûşbayê Fevzi Özgökçe, “ Em bi hev re dixebitin, Armanca  me standarta jiyana Gel  bilind kirine.  Bi taybetî jin dema xwe bikêr derbas bikin û aboriya Malbata xwe re bibin piştevanî. Em bawer dikin ku  ev pêngava me pir baş e. Ev pîşe di pêşerojê de jî bidome. Wiha axivî.
Xebatê di qursê de tê çêkirin wê were  pêşkêş kirin û firotan. Ozgokçe “ Ev xebat bi piştevanîya İŞ-KUR tê çêkirinê. Xalîçê tê çêkirinê wê li Malê Wanê ya Dîrokî de were firotandinê.  Dema ku pêwist bibe em ê li sûkê jî cihek vekin û xalîça bifroşin. Di vî warê de sazîûmanê  alîkarê me kirin ji wan re spas dikim.” Şaredar wiha axivî.
Gerînendê Navenda Perwerdeya Gel Muhlis Ceylani “ Xebatek wiha tiştek bêhempa ye. Di herêma de xebatek mezin e.  Tav çawa li Tûşbayê rojhilat dibe; paşê dinyayê ronahî dike xalîçê Tûşbayê jî li vir çêdibe; dinyayê belav dibe. xalîçê Tûşbayê Tirkiyê ronahî bike. Di vî xebatê de yê keda wî derbas bûye re spas dikim. Gerînendê Navenda Perwerdeya Gel Muhlis Ceylani wiha axivî.
Xwendekarên tên qursê jî ramanê xwe wiha anîn ziman: “ Berê me li malê televîzyon temeşa dikir. Dema me  wiha derbas dibû. Qursek wiha webû pir baş bû. Em li vir  hem pîşe hîndibin û di aboriya malbata xwe re piştgirî dibin. Ji bo ev  qursa xweşik ji Şaredar Ozgokçe re spas dikim. Xwendekarên tên qursê ramanê xwe wiha anîn ziman.
Piştê axaftina Serokê Şaredariya Tûşbayê Fevzi Özgökçe xalîçe çêkir û bi xwendekaran re wêne kişandin.