MALÊN WANÊ YA DÎROKÎ WÊ BIBE NAVENDA GEŞTIYARÎ

MALÊN WANÊ YA DÎROKÎ WÊ BIBE NAVENDA GEŞTIYARÎ

Şaredariya Tûşba li taxa Kelacikê, li ser 20hezar m2  çar malên Wanê ya dîrokê ji bo geştiyarê çêkiriye.

Gerînendetiya Baxçe û Parq a Şaredariya Tûşbayê malên Wanê ya dîrokê demek kin de wê biqedîne û pêşkêşê xizmeta hevwelatiyan bike. Malên Wanê ya Dirokî cihek balkêş çêbûye. Li gira temaşê bajara Wanê tê temaşe kirin. Ji bo Malên Wanê ya Dîrokî were naskirin; DAKA Ajansa Pêşva Çûna Anatoliya ev pêşnûmê re dibe piştgirî. Di çerçova pêşnûmê de li taxa Kalecik TOKI de li ser 20hezar m2  çar Malên Wanê ya Dirokî çêbûye navên van malan ji:  Cevdet Paşa, Hüsrev Paşa, Mehmet Emin Paşa û  Ali Paşa e. Di nav Malên Wanê ya Dîrokî de  amfî, cihê taşti ya sibê, kafaterya çêbûye. Li Malên Wanê ya Dirokî de xalîçê Wanê, tizbî yê were pêşkêş kirin. 
Şaredar Doç. Dr. Fevzi Özgökçe, cihê Malên Wanê ya Dîrokî çêbûye cihek bilind e. Li vir bajara Wanê giştî tê temaşe kirin. Li vir wê bibe balkêşa bajar. Gelek geştiyar wê werin Malên Wanê ya Dîrokî. Em hêvîdarin ku  li vir wê bibe cihek pirr xweş.


DI PÊNC ZIMAN DE WÊ WERE DANASÎDINÊ

Ev Malan wekê şaristaniya Urartu ya malên xwe çêkirinê.  Kerpîçê wan ji  ka, xwê, toza dara, mûyê bizina, herrî, çamorê çêkirine. Şaredar Ozgokçe “  Malên Wanê ya Dîrokî  wekê malên Safranbolu, Erzurum, Mardin, Harran, Diyarbakır taybet bûna wî heye. Em ê danasiya Malên Wanê ya Dîrokî  di pênc ziman de pêşkêş bikin. 
Malên Wanê ya Dîrokî  de gelek jin wê bixebitin.  Cihê Malên Wanê ya Dîrokî  çêbûye cihek pirr xweş e.  Cihê Malên Wanê ya Dîrokî çêbûye de Çîya Suphan ve Erek, Gola Wana, Kela Wanê  tê temaşe kirin.”