2. “ŞÊWRA KEYAYÊN TÛŞBAYÊ”

2. “ŞÊWRA KEYAYÊN TÛŞBAYÊ”

2. “ŞÊWRA KEYAYÊN TÛŞBAYÊ”  ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ BI KEYAYÊN TAXÊN NAVÇEYA TÛŞBAYÊ RE SALA 2017 AN DE BAJARA ANTALYAYÊ CIVÎN  LIDARXIST”
 
Şaredariya Tûşbayê keyayên taxê navçeya Tûşbayê ‘sala 2017 an de Şêwra Keyayên’ li bajara Antalyayê hate lidarxistin.

Şaredariya Tûşbayê bi pêşnûmê xwe di civat de gellek taktîr tovkiriye. Şaredariya Tûşbayê li bajara Wanê de tiştê yekemîn çêdike. Îsal jî li bajara Antalyayê bi keyayan re civîna duyemîn lidarxist. Ev civîn 24-28 Rêşemî 2017 an de li bajara Antalyayê pêkhat. Keyayên taxa di civînê de pirsgirêk û daxwaziyên niştacihan anîn ziman. Keyayên taxa di nav milatan de wekê çavên, guhên, destên şaredariyê ne. Keyayên taxan ji Şaredariyan re weke pire ye.  Navbera şaredariyê û milet de wekê pir e. Şaredariya Tûşbayê kayeyan guhdarî dike û pirsgirêkên milat re dibe çareser.
Li bajara Antalyayê navçeya Konyaaltı di otelek 5 stêrk de civîn hate lidarxistin. ‘2017 an de civîna Şêwra Keyan de Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç. Dr. Fevzi Özgökçe, (AK Parti) Serokê Navçeya Tuşba Nayif Şabu,  Alîkarê Şaredariya Tûşbayê  Necati Yertürk, Gerînendê Karûbarên Keyayan Osman Kıran,  Gerînendê Karûbarên Civat û Çandî, Mehmet Nuri Bekiroğlu, Gerînendê Pêşnûme û Plan Ömer Fikret Şahin û keyayên karûbarê  wî tune bû giştî beşdarê civînê bûn.
Di civîna şêwrê de roja duyêmîn Gerînendê Karûbarên Keyayan Osman Kıran,  ji keyayan re pêşkêşek kir. Paşê keyayên taxa pirsgirêkên taxa xwe anîn ziman. Şêwra keyayan  di  nav 12 seansan de çêbû. Şêwrê de taxên navçeya Tûşbayê  kolan-kolan, kûç-kûç mijarên hildan dest.  Di navçeya Tûşbayê de pirsgirêkên kolan, kûça Şaredar  libo libo guhdarî kir.
 
 EV HEVDÎTINÊ FAYDE JI MILETÊ TÛŞBAYÊ RE WÊ BIBE XIZMET  Û VEGERE MILET
 
Şaredar Ozgokçe,  24 Gerînendehiyê Şaredariya Tûşbayê xizmet dibin taxên Tûşbayê. Şaredar van xizmeta libo libo anî ziman.  Şaredar xizmetê ku hata sala 2017 kirinen pêşkêş kir.  Şaredar, di Şêwra keyan de fikir û ramanê keyayan hilda.  Di nav 3 salan de gellek pirsgirêkê taxan re em bûn çareser.  Me van xebatan bi keyayê taxa re kir. Keyayên taxa navçeya Tûşbayê li ber  Şaredariya Tûşbayê ye. Şarederiya Tûşbayê li kîjan noqtê be; keyayên taxên navçeya Tûşbayê jî li wir in. Armanca me yê wî civînê xizmetê taxên biqedînin. Keyayên taxa ji aliyekda jî rûspiyê taxan in. Em û keyayên taxan bi hev re tevger bikin. Em ê xizmetên mezin bi hev re bikin. Em her dem li ber keyayan ne. Şaredar Ozgokçe wiha axivî.
 
BIRYARÊ MILETÊ, ME ELEQEDAR DIKE DI  NAV 4 DUWARAN DE NAYÊ HILDAN
Di taxek de xizmetê ku were kirine divê rêberên niştecih gorê serê xwe hilnedin. Van biryara di nav 4 duwaran de neye hildan. Şaredar Ozgokçe em wiha bawer dikin divê pirsgirêk bi şêwr  çareserî bibe.   Şêwra taxan bi rûspî û  keyayên taxan re divê were kirine û biryarê rast derkeve holê.  Gava navçeya Tûşbayê bibin yek, em ê her pirsgirêkê re bibin çareser. Keyayên taxên navçeya Tûşbayê ferde malbata Tûşbayê ne.  Armanca me giştî Tûşbayek nûjen derxin holê ye. Her tax gorê xwe pirsgirêkê wî heye. 86 km ji navenda bajara Wanê dûr e taxa Kelle  û 8 km ji navendê dûr e taxa Bardakçi pirsgirêkê wan ne weke hev e. Her tax pirsgirêkê wî cuda cuda ye. Em ê li vira sala 2016 an binirxînin û di sala 2017 an de çêbikin hildin dest. Şaredar wiha axivî.
 
“DIVÊ MIROV NEHÊLE ZAROK BIZEWICIN EV JÎ PEYWIREK VÎCDANIYE”
Divê mirov nehêle zarokên keç zû bizewicin. Ev jî peywirek vîjdanî ye. Şaredar Ozgokçe, ji bo vî em di her taxê de seminer, konferans amadedikin. Zarokên ku  li dibistanê be dizewicînin ev jî sûç e. Em li ser wî mijarê disekinin. Em nahêlin zarokên keç ku  zû bizewîcinin.   Şaredar, em û keyayên taxan ji vî birînê re dibin derman. Ev dinya ji bo mirova hatiye çêkirinê. Mirov ji bo dostanî, marifetê hatiye afirandinê. Tûşba ji bo  van pirsgirêkê   mezin xwe amadekiriye. Em ji bo navçeya Tûşbayê derketine rê.  Ji  bo vê bişev biroj dixebitin.
 
“CIVÎNA ME PÊŞIYA 16 AVRÊL REFERANDÛMÊ  ÇÊBÛ”
Dawiya roja civînê de Şaredar nirxek kir. Pirsirêkê keyayan libo libo guhdarî kir. Wiha axivî: armanca me ciwanê ne. Armanca me em behreme baş li dawî bihêlin. Ev 4 rojê em li  ser  van mijara sekinin.  Me vî civînê pêşiya 16 Avrêl guhurtina makazagonê, Sistema Hukumeta Serokkomar, referandûmê amadekiribû. Ev 4 rojê xizmetê ku  li navçeya Tûşbayê de hatiye kirine û xizmetê ku çêbe.
 
 “KEYAYÊN ME MÊRÊ XIZMETÊ  NE”
Şaredar Ozgokçe, wiha axivî:  “Divê em û keyayên taxan ji herkesi re wekê hev tevger bikin.” Serokê Navçeya Tûşbayê AK Partiyê  Nayif Şabu, jî wiha axivî: Armanca beşdarbûna min ê civînê ev e ku  ez pirsgirêkê taxa baş hînbim û li  ser pirsgirêka bisekinim.  Pirsgirêkê taxa li Ankara bînim ziman. Keyayên taxên Tûşbayê pirsgirêkê taxa xwe anîn ziman. Serokê Navçeya Tûşbayê AK Partiyê  Nayif Şabu, em ê pirsgirêkê taxên Tûşbayê biherin Wezarata. Ji pirsgirêkaran re bibin çareser. Şaredariya Tûşbayê roja avabû heta niha xizmetên pir baş pêşkêşê miletên Tûşbayê dike. Şaredar Ozgokçe: Di Tûşbayê de xizmet herdem wê bidome. Di Tûşbayê de pêşkêş kirina xizmeta armanca me ye.
 
DI TAXÊN ME DE KÎ ÇÊ DIBÊJÊ BILA BIBIJÊ ME ELEQEDAR NAKE
Şaredar Ozgokçe kî çê bije me eleqedar nake. Em li riya xwe dinêrin. Yê me eleqedar dike niştecihên taxên me ne. Ev 4 roje bi keyayan re civînek pir bi kêr didomînin. Derheqê pêşnûma de qisedikin. Keyayên taxa Gedikbulak (Canîk) Cevdet Çeliktaş, ev du salê civîna keyayan li bajara Antalyayê çêdibe. Çalakiyek pir baş e. Ji bo vî civînê Şaredar Ozgokçe re spas dikim. Xizmetên sala 2017 an de ku çêbibe Şaredar ji me re pêşkêş kir. Şaredar ji bo ku civîna keyayan  bikêr derbas bibe ji 10 keyan komek şêwr çêdike. Ev civîna me ji bajara Wanê re bi xêr bibe. Ez ji Şaredar û ekiba wî re spas dikim. Van îfade bikirand.
Keyayên taxa Altıntepe Ümit  Kızıltaş jî wiha axivî: “ Ev çar rojê em bi şaredar û ekîba wî re şêwr dikin. Ji bo navçeya Tûşbayê derheqê xizmetên ku  were çêkirinê de diaxivin. Şaredar her hebe. Di taxa me de çalakiyên pir erenî dike. heta niha şaredariya Tûşbayê xizmetê ku çêkiriye û xizmetê ku çêbike li ser van mijara de sekini. Înşallah  sala 2017 an de xizmetê pir girîng em ê bikin.
Keyayê taxa Akkopru Ahmet Şayak jî wiha axivî: Şaredar ev du sale bi keyayên navçeya Tûşbayê re civîna şewrê çêdike. Pir karek mezin e. Ev civîn meha Avrêl 24-28 an de çar roj didome.  Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç. Dr. Fevzî Ozgokçe, Serokê Navçeya Tûşbayê AK Partiyê  Nayif Şabu, Alîkarê Şaredariya Tûşbayê  Necati Yertürk  û birîmên Gerînendehiyan re derheqê gellek mijaran de şêwr kir. Şaredariya Tûşbayê û Şaredariya Kepez  protokula Bajara Biratî”  bi meresime çêkirin em jî beşdarê meresime bûn. Şaredar Ozgokçe nirxek mezin dide keyayan, ev jî ortê ye. Ji bo vê ji şaredar û ekîba wî re spas dikim. Em kom kom bi şaredar re şêwr dikin. Keya van îfada bikira
Keyayê taxa Beyüzümü Ramazan Elalmaç, Me  bişev, biroj  bi şaredar re şêwr kir. Me tu xebatek siyasî nekir. Em li ser pirsgirêkê taxan axivîn. Li ser pêşnûma axivîn. Di kîjan taxê de rê, asfalt, kêvirê kilît,parq çêbikin li ser van axivîn. Şaredar libo libo keyayên taxa guhdarî kir. Nîşe hilda . Şaredar sala 2017 an de xebatê ku çêbike bi me re parve kir. Ez ji şaredar re spas dikim mala te ava şaredar dibêjim.
Keyayê taxa Pirgarip û Serokê  Komeliya Keyayên Navçeya Tûşbayê û bajara Wanê İbrahim Köseoğlu jî wiha axivî: “ Ev çar roje bi şaredar û ekîba wî re li Antalyayê civîna şêwrê dikin. Civîna me pir baş derbas bû. Şaredar gellek eleqe dan nîşanê me. Armanca vî civîna me navçeya Tûşbayê em çawa pêşva bikin. Navçeya Tûşbayê çawa herî baş bibe. pêşnûmê ji bo navçeya Tûşbayê amadebûye çawa bikeve jiyanê. Em li  ser van mijara sekinin. Şaredar re spas dikim. Şaredar bi giştiya keya re şêwr kir. Pirsgirêkê wan guhdarî kir. Navbera Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç. Dr. Fevzi Özgökçe û Serokê Şaredariya Kepezê  Hakan Tütüncü li salona Şaredariya Kepezê  protokula “Bajara Biratî” îmza kirin. Merasima ku çêkirin de  Serokê Navçeya AK Partî, endamê  civata şaredariyê, Alîkarên Şaredar, Gerînendehiyên Birîma, keyayên navçeyan beşdar bûn. Şaredar Ozgokçe,  pêşnûmê şaredariya Kepezê mêzekir. Warê turistîk û dîrokî geriya. Keyayên Tûşbayê Sûlava Kurşunlu, Antalya Kaleiçi warê dîrokî û geştiyarî geriyan. Li daristana Kentê û  daristana Mecera geriyan.  Serokê Şaredariya Kepezê  Hakan Tütüncü ji bo keyayan xwarina êvarê da. Keyayên navçeya Tûşbayê vegeriyan navçeya Tûşbayê.