TIRA ALÎKARÊ" JI BO HELEPÊ BI RÊ KET

TIRA ALÎKARÊ

TIRA ALÎKARÊ" JI BO HELEPÊ  BI RÊ KET

 

Şaredariya Tûşbayê, zilma ku  li Halepê tê dîtin re bê deng nema. Şaredariya Tûşbayê, YYU Zanîngaha Sala Sedemîn, AK Partî, ÎŞGEM bi hev re pardarî ji Halepê re alîkarî şandin. Ev alîkarî bi wasita Türk Kızılayı derkete riya Halepê. 

 

Serokê Şaredariya Tûşbayê ji bo “TIRA ALÎKARÊ” bernamek amade kirin. Di bername de Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç. Dr. Fevzi Özgökçe, daxuyanek kir “ Yên piştgirtî dan vî alîkarî YYU Zanîngaha Sala Sedemîn, Türk Kızılayı,  Nexweşxana Lokman Hekim, Baskê Jin û Ciwanê AK Partî,  ÎŞGEM re yeko yeko spas dikim. Yê di vî alîkarê de keda wî derbas bûye mala wî avabe.

Zilma ku  li bajara Halepê tê kirin zilmek mezin e. Ji bo  zilim bi dawî bibe, xebata hukumeta me didome. Hêvîya me ev e ku agirbest çêbibe.  Em niha miletê bajara Halepê re alîkarî dişinin.  XWEDÊ bixe nesîp em û Endamê Civata  Şaredariya  Tûşbayê re biçin sînor alîkariya xwe bidin nîşan.

Miletê bajara Wanê erdhêjê dît. Di erdhêja sala 2011 an de maxdûriyet çi ye baş dizane. Niha jî ji miletê bajara Helepê re dibe derman.  Şaredar Ozgokçe,  ev 6 sal e, li bajara Halepê zilim didome. Înşallah ev zilim demek kin de xilas bibe. Daxweziya me jî ev e.

Birêz Serokkomar her dem ji me re wiha dibêje “ Mirovahî mijarek pir giring e. Dinya jî 5 a mezin e. Turkiye dengê mazlûma ye. Li ser Komara Tirkiyê lîstîk dileyzin. Haja me ji van lîstika heye. Em ê her dem bi van warê fîntne-fesat re têkoşîn bikin. Miletê bajara Wanê her dem wê alîkarê bajara Helepê bike.” Şaredar wiha axivî.

YYU wekîlê Rektor Prof. Dr. Ahmet Kazankaya jî wiha axivî”  Ev alîkar ji bo miletê Suriye giring e.  Daxwaza me ev e ku şer xilas bibe. Saziyê ku  piştgirî  dan re  spas dikim.” YYU wekîlê Rektor Prof. Dr. Ahmet Kazankaya wiha axaftina xwe qedand.

Piştê axaftina “ TIRA ALÎKAR” bi dia hate oxir kirin.