NAVBERA XWENDEKARÊN AMADEHIYÊ DE PÊŞBIRKA DUYÊMÎN HATE LIDARXISTIN

NAVBERA XWENDEKARÊN AMADEHIYÊ  DE PÊŞBIRKA DUYÊMÎN HATE LIDARXISTIN

NAVBERA XWENDEKARÊN AMADEHIYÊ  DE PÊŞBIRKA DUYÊMÎN HATE LIDARXISTIN
 
Gerînendehiya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Tûşbayê  û Gerînendehiya Perwerdehiya Xwecih  a Navçeya Tûşbayê bi hev re pardarî navbera xwendekarên Amadehiyê de pêşbirka munaza duyemîn  lidarxistin. 
 
Konferans salona Abdurrahman Gazi İMKB Anadolu Lisesi de bernama munazara duyemîn navbera xwendekarên Amadehiya de hate lidarxistin. Di bernamê de Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç. Dr. Fevzi Özgökçe, Gerînendê Perwerdeya Xwecih  a Navçeya Tûşbayê Muhlis Ceylani, Gerînendehiya Çand û Civakî ya Şaredariya Tûşbayê  M. Nuri Bekiroğlu, Gerînendê Şaxa Perwerdeya Xwecih a Navçeya Tûşbayê  Zakir Taşkın, Gerînendên Dibistana, mamosteyan, xwendekaran beşdarê bernamê bûn.  
Axaftina vekirina bernamê de Gerînendê Perwerdeya Xwecih  a Navçeya Tûşbayê Muhlis Ceylani, wiha axivî  “ Pêşî de ez ji Şaredara OZGOKÇE re spasiya xwe pêşkêş dikim. Ji bo di mijara perwerdê  de piştgirî dide me. Pêşbirka yekamîn hefta din çêbû. Pir xweş derbas bû. Ev pêşbirk de armanca me  ku xwendekar xwe îfade bikin. Fikirê xwe bibêjin ku xwendekar serkeftin bibin. Dema di axaftina xwendekarên me ku şer-pevçûn çênebe, deng bilind nebe, fikri xwe dijî xwe re dibêjin ji bo vî armancê ev munazara çêdibe; ku ji derdorê xwe re bibe mînak.  Ramanê  û fikirê min heye, ez hez dikim fikir û ramanê xwe bînim ziman. Gava me van pêk anî, em ê bibin civatê şaristanî. Ev bernama me ji navçeya me re pîroz binbarek bibe. Xwendekaran re serkeftî dixwazim.” Wiha axaftina xwe qedand. 
 
Di salona konferansa Abdurrahman Gazi İMKB Anadolu Lisesi de  munazara navbera  Güzel Sanatlar Lisesi û Kalecik Mesleki ve Teknik Anadolu Lisesi de pir dijwar derbas bû. Di munazarê de Güzel Sanatlar Lisesi teza  ‘ Xebata Akademî’ di jiyan de herî bandor e  parastin. Kalecik Mesleki ve Teknik Anadolu Lisesi jî ‘Çalakiyên Çand, Civak di’ di jiyan de herî bandor e parastin. Encama munazarê de endamê jurî 88 pûan dan xwendekarên dibistana Güzel Sanatlar Lisesi. 86 pûan jî Kalecik Mesleki ve Teknik Anadolu Lisesi standin. Di pişbirkê de Güzel Sanatlar Lisesi bû yekemîn. Piştê encama munazarayê Serokê Şaredariya Tûşbayê Doç. Dr. Fevzi Özgökçe, û  Gerînendê Perwerdeya Xwecih a Navçeya Tûşbayê Muhlis Ceylani xelat dan xwendekaran, û bername qediya.