PÊŞNÛMÊ ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ JIYAN DIBÎNE

PÊŞNÛMÊ ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ JIYAN DIBÎNE

PÊŞNÛMÊ ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ JIYAN DIBÎNE  


Li Bajara Wanê navçeya Tûşbayê Gerînendehiya Parq û Baxçeya Şaredariya Tûşbayê xebata    ‘İskele Sahil Rekreasyon 1. Etap” ji bo berf û baranê xebata pêşnûmê navber da. Nêzikê 8 milyon Turk Lirası wê xebata “Sahil Rekreasyon 1. Etap” xilas bibe.  Ev xebata “Sahil Rekreasyon 1. Etap” divê nav 12 mehan de biqede.


Bajara Wanê xwediyê 1648 m deryayê ye. Ev nirx ji Geştiyar û Çanda bajara Wanê re tişt gellek girîng e. “Sahil Rekreasyon 1. Etap” bihara 2017 an de wê biqede. Etaba serî 350 m riya meşanê, 350 m riya duçarxe, 350 m  riya revê heye. Di nav Sahîl Rekreasyon de  750 m2 Kafetarya heye. Ev kafeterya çarek de 500 kesan re wê xizmet bide. Xîncê wan di nav Sahîl Rekreasyon de warên  fûlbol, tenis, voleybol, hentbol, koma lîstika zarokan, tiyatroya Anfî, nimêjgeh, fitnes ji miletan re xizmet wê bide. Xebata înşaatê qedeya ye.  Di nav “Sahil Rekreasyon 1. Etap” de cihê parqa 400 wesaita heye.


Derheqê van xebatan de Gerînendehiya Baxçe û Parq Hasan Handîl daxuyanek da “Pêşî ez dibêjim ev xebat ji gelê bajara Wanê re pîroz Û binbarek bibe. Şaradar OZGOKÇE ji bo vê pêşnûmê bi şev, bi roj xebitî.  Cihê Sahîl Rekreasyon pêşî wekê warek çopdank bû. Ev cih demek kin de wê bikeve xizmeta miletê me. Nav 5 meha de ev kar ji 100 î 70 yê wî qediya ye. Divê ev pêşnûme di  nav 12 mehan de biqede. Ji bo berf û baranê niha me xebata sahil Rekreasyon navber daye. Lê belê biharê em ê  xebatê xwe biqedînin û têxin xizmeta milata” axaftina xwe wiha qedand.


Derheqê xizmetan de Şarader Doç. Dr. Fevzi Özgökçe daxûyanek da “ Ev pêşnûme ji bere heta îro gellek kes daxweziya wî bû; lê belê  XWEDÊ  xiste nesîbê me. Bi piştgirtiya DAKA ji îro şûnda êdî miletê Wanê pişta xwe nade Gola Wanê ; bere xwe bidin Gola Wanê. Heta niha zehmata Gola Wanê dikişandin ji îro şûnda kêfbûna Gola Wanê we bibînin. İskele Sahil Rekreasyon demek kin de we biqede.
Erdhêja 2011 an de ev cih bibû cihê enkazan. İskele Sahil Rekreasyon demek kin de we biqede. Ev der  de miletê me we bêhnvebidin, demên  xweş derbas bikin. İnşallah “İskele Sahil Rekreasyon 1. Etap” bihara 2017 an de bi çoşek mezin bikeve xizmeta milata. Dema ev pêşnûme ku biqede ji îskele heta YYU İskele Sahil Rekreasyon 2. Etap pêşnûma we dest pêk e. Em ji bo miletê bajara Wanê çêbikin kêm e. Ji desten me çê were em ê bikin.”  şaredar Ozgokçe axaftina xwe wiha qedand.