JI ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ AZMÛNA XELAT

JI ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ AZMÛNA XELAT

JI ŞAREDARIYA TÛŞBAYÊ AZMÛNA XELAT


Gerînendehiya Karûbarên Civak û Çandî ya Şaredariya Tûşbayê digel Gerînendehiya Perwerdeya Xwecih a Navçeya Tûşbayê pardarî xwendekaran re “ Azmûna Ceribandina Xelat” lidarxist.


Di sînorê navçeya Tûşbayê de  xwendekarên pola 5 û 12 yekûn 27 hezar xwendekar beşdar bûn.  Pêşiya azmûn de Şaredar Ozgokçe  dibistana serdan kir.  Şaredar Ozgokçe, Gerînendê Karûbarên Civak û Çandî M. Nuri Bekiroglu digel Gerînendê Perwerdeya Xwecih a Navçeya Tûşbayê Muhlis Ceylani dibistana serdan kirin û ji xwendekaran re serkeftî xwastin û bi veliyê xwendekaran re axivîn.


Şaredar Ozgokçe li lîsa (Vali Haydar Bey Lisesî) de  wiha axivî “ Şaredariya Tûşbayê îmza davêje seretiya. Di sînorê navçeya Tûşbayê de dibistana de azmûna ceribandin çêdike. Asta xwendekaran dipîve. 27 hezar xwendekar beşdarê azmûna ceribandin dibe. Yê di azmûnê de serkeftî bibe em ê wan xelat bikin. Ji bo asta perwerda xwendekarên Tûşbayê bilind bibe çê destên me tê em ê bikin. Xwendekarn bikevin azmûna TEOG re serkeftî dixwazim. Şaredariya me bi diruşma “ Ji Perwerde Re Piştgiriya Tam” piştgirî dide perwerdeyê. Azmûnê LYS dest pê ke. Em ê dîsa piştgirî bidin perwerdeyê. Zarok ronahiya çavên me ye. Em  ji bo rojê ronahî bişev biroj dixebitin. Zarokên me pêşerojê de;  wê werin cihên herî baş. Wiha axivî.

Gerînendê Perwerdeya Xwecih a Navçeya Tûşbayê Muhlis Ceylani wiha axivî “  ji bo piştgiriya Şaredariya Tûşbayê spas dikim û ji zarokan re serkeftî dixwazim.  Paşê  Şaredar Ozgokçe û Gerînendê Perwerdeya Xwecih a Navçeya Tûşbayê Muhlis Ceylani pirtûka diyarê xwendekaran kirin, serkeftî ji xwendekaran re xastin û ji dibistanê çûn. Bername encam bûn.